Li Lîbyayê hejmara kesên di lêhiyê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (DSO) aşkare kir ku hejmare kesên di lêhiya Lîbyayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 4 hezar û 333.

Navenda Nûçeyan- Di 10’ê Îlonê de li Lîbyayê lehî rabû, bi xwe re texrîbatên mezin anî. Berpirsa tîma ofîsa rewşên awarte ya tendirustiya herêma Lîbyayê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (DSO) Hale Hudarî der barê rewşa awarte ya li herêma Derya Spî ya li rojhilat de agahî da.

Hejmara miriyan bû 4 hezar û 333

Hale Hudarî da zanîn ku bahoza li bajarên rojhilatê Lîbyayê rabû ‘felaketek mezin e’ û wiha got: “Ez li bajarê Derneyê bûm min hilweşîna li wê derê bi çavên xwe dît. Li gorî hejmarên fermî kesên ku jiyana xwe ji dest dane 4 hezar û 333 ne. Hê jî xebatên ji bo dîtina cenezayan berdewam dikin. Şeva din jî li bajarê Derneyê ji cihekî 250 kîlometre kûr cenazeyek hat derxistin.”

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 101 xebatkarên tendirustiyê ne

Hale Hundarî destnîşan kir ku li herêmên karesatê 8 hezar û 500 kes winda ne. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 25 jê bijîjk bi giştî 101 xebatkarên tedirustiyê hene û got: “Ev jî li Lîbyayê di sektora tendirustiyê de windahiyek mezin e.”