Li Libyayê 13 sal in demokrasî nehat û bêîstîqrarî didome

Li Libyayê tevî ku 13 sal di ser serhildanên di 17’ê Sibata 2011’an de dest pê kirin û bi mirina serokdewletê wî Muammer Qedafî bi dawî bûn, derbas bûne jî; sozên ji bo gel hatin dayîn bi cih nehatin, bêîstîqrariya siyasî jî her roj zêdetir dibe.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazi- Çirûska yekem a ku navê ‘Bihara Ereb’ lê hat kirin; bi serhildanên li Tûnisê vêket, bû sedema liweşandina pergala dîktatoran, ji bo gel jî bû hêvî. Piştî wê pêvajoya ku soza mafên mirovan, wekhevî û pergala demokratîk dihat dayîn, bi desthilatdariyên nû, rêbazên cuda, heman encamê bi xwe re anî. Bi serhildanên ku di sala 2011’an de dest pê kirin re heta niha, li welatên Rojhilata Navîn ne îstîqrar çêbû, ne jî dawî li şeran hat. Her roja ku diçe şer li van welatan belav dibe. Yek ji wan welatan jî Libya ye. Li Libyayê di 17’ê Sibata 2011’an de li bajarê Bingaziyê serhildanan dest pê kir û di demeke kurt de li hemû welat belav bû. Piştî ku Muamer Qedafî yê 42 sal li ser rêveberiya welat bû 20’ê Cotmeha 2011'an li Sirteyê hat kuştin, serhildan bi dawî bûn. Serhildanên ku 8 meh û 6 roj domiyan, di serî de jin, ji her beşa civakê mirov beşdar bûn. Gelê ku ji bo demokrasiyê derket kolanan, bi desthilatdariyek din û bêîstîqrariya siyasî re man û vegeriyan malên xwe.

Jinên ku piştgirî dan serhildanên li Libyayê yên di 17’ê Sibata 2011’an de dest pê kirin, li ser pêvajoya serhildanan nirxandin kirin.

‘Piştî şoreşê di gelek waran de guherîn çêbûn’

Li gorî rojnameger Hind Al- Hunî ya ku ji roja destpêkê ve tevli serhildanan bû, di refên pêş de cih girt, piştî serhildanan guherînên girîng çêbûne. Hind Al-Hunî got ku beriya pêvajoya ku weke şoreşê bi nav dike, gel nikaribû xwe bi awayê azad îfade bike û diyar kir ku di serî de di warê aborî û civakî de di gelek waran de guherîn çêbûne.

Hind Al- Hunî, diyar kir ku piştî 17’ê Sibatê, hejmara rêxistinên civaka sivîl zêde bûne û bal kişand ku bi taybetî di wê pêvajoyê de parêzvanên mafên jinan xwe bi rêxistin kirine û got: “Beriya wê jiyana me dubare bû, guherîn tunebû lê niha guherîn û cudahî hene.”

‘13 sal in bêîstîqrarî didome’

Hind Al- Hunî, bal kişand ku 13 sal in îstîqrar çênebûye û diyar kir ku sedema vê jî bêîstîqrariya siyasî ye û got: “Em hê jî ji ber perçebûnê bêzar in. Pêdiviya me bi aqil û çareseriyeke ji kokê ve heye ku bêîstîqrariya 13 sal in didome bi dawî bike. Hêviya ne ji nifşê nû heye lê ew jî bi gelek zehmetiyan re rûbirû ne. Em hêvî dikin ku li Libyayê di demek nêz de aştî çêbibe. Şer li ser çavkaniyên welat û ciwanan bandorên xirab çêdike. Em naxwazin ciwan barê jiyanê yê ji ber perçebûna welatek hilgirin.”

‘Me ji şoreşê gelek tişt hêvî dikir’

Nivîskar Hanaa Bodbus jî 17’ê Sibatê weke şoreş bi nav kir û bi gotinên: "Me gelek tişt ji şoreşê hêvî dikir. Ji ber ku tecrubeyek nû ya cuda bû, em ji hilbijartinan pir bi hêvî bûn lê gelek astengî derketin pêşiya şoreşa me û nehişt ku bigihîje serî. Vê yekê jî hêvî û hesreta mirovan vala derxist" da zanîn ku tevî rewşên neyînî yên çêbûne û aloziya siyasî jî 17’ê Sibatê bi xwe re nifşeke ku xwedî li pêşeroja xwe derdikeve, zana û cesûr afirandiye.

Hanaa Bodbus, bi gotinên; “Armancên ku di dema şoreşê de hebûn dûre pêk nehatin” dide zanîn ku sedema vê jî ew e ku ruhê di dema serhildanan de çêbûye, piştî şoreşê nedomiyaye. Hanaa Bodbus, got ku bi destên nifşên nû, gelek tiştên baş û erênî yên werin kirin hene û got ku hêviyên wan hene. Her wiha diyar kir ku ji ber şer pirsgirêkên derûnî yên ku bi salan bidomin çêbûne.

‘Piştî şoreşê hinek tişt xirabtir bûn’

Siyasetzan û parêzvana mafên mirovan jî bi bîr xist ku piştî 172ê Sibatê mudaxeleyên derve çêbûne, ji ber wê serkeftin çênebûye. Aişa Abdulsalam gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Piştî şoreşê, tişta herî erênî, rêxistinkirina civaka sivîl û vekirina komeleyan bû. Piştî 13 salan, me digot qey dê di warê binesazî, tendirustî û perwerdeyê de rewş baş bibe, em ê bigihîjin armancên xwe. Bêguman şoreş gihîşt hinek armancan, mirov nikare înkar bike lê gelek tişt neguherîn û hinek tişt xirabtir bûn."

Aişa Abdulsalam, got ku ew ji bo ciwan û jinên Libyayî pêşerojeke baştir hêvî dike.