Li Laziqiyê jin astengiyên li pêşiya tevgera jinên Sûriyeyî nîqaş kirin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca nîqaşkirina astengiyên li pêşiya xebata siyasî, çand û hiqûqî yên li hemberî jinan, panelek li bajarê Laziqiyê li dar xist.

Laziqiye – Meclisa Jinan a Sûriyeyê li bajarê Laziqiyê panelek bi navê "Astengiyên li pêşiya tevgera jinên Sûriyeyî: siyasî, çandî, hiqûqî" li dar xist.

Gelek hiqûqnas, endazyar, bijîşk, çalakvanên sivîl û girtiyên berê yên di girtîgehên rejîma berê de, beşdarî panelê bûn.

Panel bi rêya online ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya li Laziqiyê û çalakvana hiqûqî ya mafên jinan Jolya Cemal ve hate birêvebirin. Jinan di panelê de astengiyên siyasî, çandî, civakî, aborî, mirovî û astengiyên li pêşiya têkoşîna jinan nîqaş kirin û pêşniyarên xwe ji bo kar anîn ziman.