Li Kurdistanê lehî: 2 kes mirin 3 zarok jî winda ne

Barana zêde ya li Kurdistanê veguherî lehiyê. Li Êlihê di encama hilweşîna xaniyekî kerpîç de 3 xwişk û birayên 1, 3 û 5 salî û dayika wan li ber lehiyê çûn hate hînbûn ku dayik jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan – Baran û berfa zêde li Kurdistanê bandoreke neyînî li jiyanê dike. Li gelek bajaran barana zêde bû sedema lehiyê. Bi sedan mal û kargeh di bin avê de man. Di qezayên trafîkê de ji ber berf û bayê bi dehan kes birîndar bûn.

Li Êlihê 1 kes jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî winda ne

Barana zêde ku duh êvarê li Êlihê bariya, veguherî lehiyê. Qata jêrîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û li gelek taxan bi sedan mal û kargeh di bin avê de man. Ajokarên wesayîtan li ser rêyan asê man.

Li Taxa Seyîtlerê xaniyekî ji malbateke 7 kesî ya ku ji ber barana zêde nekarî li ber xwe bide hilweşiya. Lalihan Guner a 54 salî li ber deriyê mala xwe ber avê çû. Ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û polêsan sewqî herêmê kirin. Hat diyarkirin ku Lalihan Guner ê ji avê derxistin jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku 3 zarok di bin heriya bilindahiya wê 1,5 metre ye de mane. Lêgerîna 3 zarokan dewam dike.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê îro li navenda bajêr perwerdehî rojekê hat sekinandin. Hişyarî hat kirin ku ji bilî rewşên awarte ji qata zemînê dûr bisekinin.

Li Amedê 1 kes jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Amed Haniyê Behçet Avci yê 51 salî li Taxa Merkezê denga xwe winda kir û li pişt salona ku ji bo merasîma daweta xizmekî xwe çû bû ket çemê. Behçet Avciyê ku di herikînê de hat girtin, bi saya xebatên ekîban bi qasî 300 metre dûrî cihê ku lê ketibû, di binê çemê da hat dîtin. Behçet Avciyê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Haniyê jiyana xwe ji dest da. 

Li Riha û  Çewligê qeza: 29 birîndar

Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Sêwreg-Semsûr a Rihayê di encama lihevketina du otomobîlan de ajokar û 7 kesên di wesayîtan de birîndar bûn. Hat hînbûn ku birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê hatin rakirin û rewşa wan baş e. Otobûsek Li gundê Boncukgoze ya li ser rêya Kanîreş-Erziromê ku berf û bager lê bi bandor bû qulîpî. Di qezayê de 15 kesên di otobûsê de birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneya dewletê ya Çewligê

Li Sêrtê konteynir qulipî: 2 karker birîndar bû

Ji ber bahozê li navçeya Kurtalan ya Sêrtê Li înşaeta santrala rojê ya ku hîn xebat lê tê kirin 2 konteynir qulipî. Di bûyerê de 2 karker birîndar bû û perçeyên ku ji konteynîrê qut bûn zirar da erebeyan. Karkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Kurtalanê.