Li Kobanê û Hesekê li dijî tecrîdê çalakî hatin lidarxistin
jinha ,02:09 م Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist. Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çandê jî li Til Temirê bi heman armancê çalakiyek hunerî li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 1999`an ve li girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtiye, di nava şert û mercên giran de dijî. Ji bo rakirina tecrîdê û daxwaza hevdîtinê ku dewleta tirk qedexe kiriye, parêzer, malbat û gelê Kurd di nava tevgerê de ne. Bi taybetî jî ev 21 meh in hevdîtin pêk nehatiye û tu agahiyên zelal der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de nehatine zanîn.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, îro Yekitiya Jinên Ciwan di bin dirûşma "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" komxebatek li dar xist. Di komxebatê bi dehan jinên ciwan amade bûn.
Komxebatê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, pişt re hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nesra Derwîş axivî got: "Rêber Apo ji bo gelê Kurd û tevahî neteweyên bindest bîrdoziya xwe pêşkêş kir. Ji ber vê erka her kesê ye ku di roja îro de xwedî lê derkeve û projeya wî biparêze. Weke tê zanîn ciwan enerjiya dînamîk a civakan in, ciwanên Kurd jî bi felsefeya Rêber Apo mezin bûn û xwe perwerde kirin. Ji lewre divê ku di asta yekemîn de jinên ciwan pêşengiya vê yekê bikin û ji bo valaderxistina komplo û tecrîdê têbikoşin."
Pişt re sînevzyon li ser dîroka jinan û derketina Rêber Ocalan hat pêşandan.
Paşê komxebat li ser sê xalên bingehîn, derketin û rastiya Rêber Apo. Rêber Apo û jin, pergala Îmraliyê û tecrîdê domiya Der barê her xalek de nirxandin û nêrîn jî çêbûn.
Komxebat bi encamnameya bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.
‘Bîrdoziya Rêber Apo bêdawî ye’
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed agahiyên der barê komxebatê de wiha bi lêv kir: "Li gor pêşektin û rojevên der barê rewşa Rêber Apo de, me weke Yekitiya Jinên Ciwan pêwîstî pê dît ku komxebatek di vê astê de were birêxistinkirin. Bêguman mirov dikare hebûn û bîrdoziya Rêber Apo ji gelek aliyan ve bigre dest lê me bi taybetî sê xalên ku li gorî nêrîna me pêwîst dike were nirxandin, hilbijart. Xala yekemîn derketin û rastiya Rêber Apo bû, di vî warî de mirov dikare vê yekê bibêje. Heger mirov Rêber Apo nas neke û şertên ku di nav de bîrdoziya xwe bi pêş xist nizanibe, dikare têbigihîje jî. Ji bo vê naskirina Rêber Apo, naskirina xwebûna xwe ye. Xala duyemîn jî Rêber Apo û jin bû. Weke tê zanîn pêwendiyeke cuda û balkêş, li ser bingeha azadî û hevaltiyê di navbera Rêber Apo û jinan de heye. Me xwest bi riya vê komxebatê vê têkiliyê ji bo jinên ciwan pênase bikin û projeyên wî yên ji bo jinan pêşkêş bikin. Ji bo xala sêyemîn jî divê ku em rewşa Rêber Apo ya niha bînin ziman gelo ew di Girava Îmraliyê de çi dijî."
‘Em ê xwedî li çavkaniya azadî û demokrasiyê derkevin’
Jina ciwan Zîn Ehmed bal kişand ser armanca komploya navdewletî û nirxandinên xwe wiha anî ziman: "Rêber Apo ji 1999`an ve heta roja îro di Girava Îmraliyê de hatiye girtin. Armanca hêzên komploger ew bû ku bîrdoziya Rêber Apo ji holê rakin, ji ber vê roj bi roj tecrîdê giran kirin. Ev yek jî metirsiya wan teqez dike. Jixwe pêk nehat, di tevahiya 24 salan de gelê Kurd roj bi roj bîrdoziya Rêber Apo hembêz kir û her çû mezin kir. Jiyana me ya di roja îro de li ser bingeha bîrdoziya azadiyê bi rê ve diçe, ev komxebata ku hat lidarxistin jî xwe dispêre vê yekê. Bi taybetî sûda herî mezin jî me jinan girt. Bi saya Rêber Apo em bûn xwedî şoreş, dîrok, pergal û têkoşîneke bêhempa. Ji ber vê em ê xwedî li van destkeftiyan derkevin."
Til Temir
Tekildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çanda navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê li hola El-Xeyîmê çalakiyek li dar xist.
‘Guh bidin daxwaza bi milyonan kesan’
Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temirê Reşa Elo ve hat destpêkirin. Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha domiya: "Li welatên ku bi navê edaletê bang dikin binêrin ku çawa hemû wateyên demokrasî û mirovahiyê dîl digrin. Di her fersendê de behsa mafên mirovan dikin û ew pergal bi xwe ne ku mafên mirovan bin pê dikin. Dewleta tirk, welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê bi çi mafî hewl dide dagir bike? Daxwaza bi milyonan ew e ku agahî ji Rêber Apo were girtin û hevdîtin pê re were kirin."
Paşê zarokên bi navê Hemrîn Selah û Mihemed Emar stranek ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin, her wiha Helbestvan Nalîn Yûnis jî helbestek got û diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Dûre şanoyek bi navê "Dem dema azadiyê ye" hat pêşkêşkirin. Şanoyê behsa welatên ku CPT'î wekî gopal ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ji xwe re pêk tîne dike.
Çalakiya hunerî bi dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.