Li Kerkukê dayikek û dû zarokên wê ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dan

Li gundê Bacwanî yê Kerkûkê ji ber barîna baranê lêhî rabû û xaniyek rûxiya di encamê de dayîkek li gel du zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Duh bi şev pêlek baran li bajar û baajrokên Başûrê Kurdistanê hat, ji ber vê barîna zêde li Kerkûkê lêhî rabû. Li gundê Bacwanî yê Kerkûkê xaniyek ji ber lêhiyê rûxiya.

Li gor agahiyên ku hatine girtin, vê sibehê sê cenaze ku yê dayîk û du zarokên wê bûn gihandine nexweşxaneyê. Her sê kesan di encama  rûxîna xanî ya ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeye hersê kesan li nexweşxaneya dadê ya Kerkukê ne.