Li kampên Idlibê tu derfet ji bo jinên bi hemle tune ne
Jinên ducanî yên ku di kampên penaberiyê de li Idlibê şert û mercên dijwar de dijîn ji ber tunebûna xizmet, xurek û ava paqij, her wiha navendên tendirustiyê gelek zehmetiyan dikşînin.
LÎNA EL-XETÎB
Idlib- Ji ber rewşa hejariyê, nebûna derfetan û xizmetên tendirustiyê li gel bihabûna dermanan, qerebalixiya zêde li nexweşxaneyan, jinên ducanî li Idlibê bi nexweşiya kêmxwariniyê ketine û nikarin xwarinê bixwin.
Ji ber tunebûna xwarinê xwîna wê kêm bûye
Dîma El-Heyan 23 salî ye ji gundê Besna yê li Bakurî Idlibê ye, pereyê wê ji bo derman û xwarinê tune ye. Tevî hemû astengiyan li benda zarokê xwe yê yekem e. Der barê êşên xwe de dibêje: “Piştî meha çaran ez pir diwestim, nikarim tiştekî bikim. Dema çûm bijîşk xuya bû ku xwina min pir kêm bûye pêdiviya min bi xwarina pergalî heye lê rewşa min a darayî nebaş e. Hevjînê min demek e di kargeha keviran de dixebite û mûçeyek kêm digre ev yek jî tenê têra pêdiviyên jiyanî yên sereke dike.”
Rewşa Nor El Aslan jî wekî gelek jinên ducanî ji ber tunebûna derfetan nebaş e
Nor El-Aslan jî ji bajarê Sermînê penaberî kampa Qah a Bakurî Idlibê bûye. Piştî ku şeş meh di ser ducanîbûna wê de derbas bûne, bijîşk jê re gotiye rewşa zarok di metirsiyê de ye ji ber kêmxwîniya wê. Nor El-Asan dibêje: “Demeke dirêj e ez li benda zarok bûm, niha jî bijîşk dibêje rewşa zarok di metirsiyê de ye dibe ku bimre ji ber nexweşiya min a kêmxwariniyê divê dermanê xwînê bi kar bînim û seroman li xwe bidim.”
Nor El- Aslan di kampeke dûr de bêyî pêdiviyên jiyanî yên sereke dijî her ku dema welidînê nêzîk dibe tirsa wê jî zêde dibe, pereyê ku nexweşxane bixwaze û cilên zarok tune ne. Cihekî paqij jî tune ye lewre zextên derûnî û nexweşiyên bedenî pê re zêde dibin.
Bi ava beybûn û naneyê xwe tedawî dike
Şehama EL-Arif a 29 salî ji gundewarê Hemayê penaberî kampa Hirbnoş a li Bakurê Idlibê bûye, dema welidîna zarok nêzîk bûye, tenê destpêka ducaniya xwe carekê çûye bijîşk, tevî ku êşên wê berdewam dikin jî nikaribûye careke din biçe. Di wê der barê de dibêje: “Kamp ji nexweşxaneyan dûr e, wesayîda hevjînê min jî tune ye, lewre ez xwe bi xwe derman dikim, beybûnan û naneyê di nava avê de dikelînim û vedixwim.”
‘Divê ku jinên bi zarok baş werin xwedîkirin’
Bijîşka jinan Ata Azam a 36 salî der barê nexweşiyên kêmxwarinê dibêje: “Di dema ducaniyê de pêdiviya jinan bi girîngiyek taybet heye da ku bikaribin barê zarok bigrin, ji aliyê derûnî û bedenî ve ji bo zarok baş mezin bibe bêyî pirsgirêk be. Mixabin piraniya jinên Idlibê ji van tiştan bêpar in.”
Hemû jinên ku diçin bijîşk, diyar dibe ku xwîna wan kêm e, ji ber kêmbûna xwarinê ji ber ku jinên kampan nikarin fêkî, goşt, şîr û mast bikirin. Tenê li benda alîkariya mehane dimînin ku tê de jî tenê birinc, girar û makarna heye.
Her wiha li nexweşxaneyên bê pere jî vîtamînên pêwîst ji bo jinan tune ne. Ji ber wê jî rewşa jinên ducanî li Idlibê di metirsiyê de ye ji ber bihabûnê nikarin xwarinê bikirin. Gelek ji wan bi nexweşiya kêmxwarinî û kêmxwîniyê dikevin ku ev yek gelek zirarê dide wan û zarokên di hemla wan de.