Li Iraqê serjimêriya ku 20 sal in nayê kirin hat taloqkirin

Şêwirmendê Wezareta Plandanînê ya Iraqê Mahir Hemad Cuhan, ragihand ku ji ber dereng erêkirina budçeyê sala 2023’an, serjimêriya giştî ya Iraqê hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Şêwirmendê Wezareta Plandanan a Iraqê Mahîr Hemad Cuhan, têkildarî serjimêriya giştî daxuyaniyek da medyaya Iraqê. Mahir Hemad Cuhan, ragihand ku ji ber dereng erêkirina budçeya 2023’an a Iraqê, ew ê nikaribin li Iraqê serjimêriya giştî pêk bînin.

‘Hejmara kesên li Iraqê dijîn bû 43 milyon’

Mahir Hemad Cuhan, diyar kir ku piştî amadekariyên ji bo serjimêriyê temam bûn, ew ê di Cotmeha 2024’an de dest bi serjimêriya giştî bikin û wê çend meh berdewam bike. Mahir Hemad Cudan, diyar kir ku li gorî amarên Wezareta Plandanînê, hejmara kesên li Iraqê dijîn, gihîştiye 43 milyonî.

Piştî rûxandina rejîma Baasê di sala 2003’an de, hemû kabîneyên hikûmetê hatin ser desthilatdariyê, lidarxistina serjimêriya giştî xistin nava bernameya xwe ya xebatê lê 20 sal li Iraqê serjimêriya giştî nayê kirin