Li Iraqê rêjeya hevberdanê zêde dibe

Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihand ku tenê di meha Nîsana 2023’yan de 4 hezar û 634 dozên hevberdana hevjînan li dadgehan hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan- Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê îro bi daxuyaniyek daneyên hevberdena hevjînan di meha Nîsanê de parve kir û aşkera kir ku di meha Nîsanê de 4 hezar û  634 dozên hevberdana hevjînan li dadgehan hatine tomarkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di çar mehên destpêka îsal de 23 hezar û 643 dozên hevberdana hevjînan li dadgehên Iraqê hatine tomarkirin. Di sala 2022’an de nêzî 70 hezar dozên hevberdana hevjînan li dadgehan hatibûn tomarkirin, ev jî tê wê wateyê ku rojane 200 doz hene.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çend sedemên hevberdana hevjînan hene û sedemên herî sereke jî zewaca di temenê biçûk de, rewşa xirab a aborî û tundiya nava malbatê de ye.