Li Idlibê zarokên keç ên bi darê zorê tên zewicandin bi tundiyê re rû bi rû ne

Li Idlibê ku di bin dagirkeriya Heyet Tehrîr El-Şam û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de ye zarokên keç bi darê zorê tên zewicandin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Li Idlibê ku di bin dagirkeriye Heyet Tehrîr El-Şam û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de ye, jin bi binpêkirinên mafên mirovî re rû bi rû ne. Zarokên keç ên li Idlibê ku bi darê zorê tên zewicandin bi tundiyê re rû bi rû ne.

Bi darê zorê hat zewicandin

Hana Al-Ubêd a 17 salî ya ji bajarê Seraqibê, penaberê kampeke girêdayî bajarê Sarmade li Bakûrî Idlibê bû û di destpêka sala 2021’an de bi çeteyekî bi navê Abu Ducana re bi zorê hate zewicandin. Hana Al-Ubêd a zewaca wê tenê salek berdewam kir, der barê pêvajoya jiyan kir de wiha dibêj e:

“Piştî bavê min jiyana xwe ji dest da, mêrêkî 15 salan ji min mezintir, min ji birayê min xwest. Min red kir û ji dayîka xwe re got ez dixwazim xwendina xwe biqedînim. Lê ew mêr li ser daxwaza xwe îsrar kir, lewra dayîka min neçar ma zewacê bipejirîne, ji ber ku ew ji beşekî opozisyona Idlibê ye. Nêrîna dudilî ya min vê demê di çavên dayîka xwe de dît, qet ji bîra min naçe. Dayika min ji min re got, ji tirsa wî mêrê ez neçar im bipejirînim.” Hana Al-Ubêd anî ziman ku piştî zewaca wê ya bi darê zorê ew bi tundî û îşkenceyê re rû bi rû maye.

 ‘Hejariya me û astengdariya bavê min ji xwe re bikaranî û xwest bi min re bizewic e’

Baraa Hamade ya 15 salî penabera li kampa Ayn Şêb li bakûrî Idlibê dibe, ji ber hejariyê neçar bû bi çeteyek Tehrîr Al-Şam re bizewce û wiha got: “Ev hejariya me û astengdariya bavê min ji xwe re bikaranî û xwest bi min re bizewic e. Ez jî neçar mam vê zewacê bipejirînim. ji ber ku rewşa wî darayî ji ya malbata min baştir bû.”

Baraa Hamade da zanîn dayik û bavê wê, wê bi zorê dane zewcandin û berpirsyartiyên girantir xistin stûyê wê û wiha dibêj e: “Dayik û bavê min xwestin ez jiyaneke baştir dûrî kampê bijîm, lê zewaca me tenê 6 mehan berdewam kir. Ji ber hevjinê min çû bi jineke din re zewicî  û jiyana min veguhest dujeh e. Dema min ji malbata xwe re got ez hevberdanê dixwazim ez vegerim xwendina xwe biqedînim, lê malbata min ev biryara min redkir û ji min re gotin ji ber ku rewşa wê darayî başe mafê mêr heya bizewce, nabê ez ji hev qutbûnê bixwazim.”

 ‘Zexta li ser jinan metirsî li ser jiyana wan ava dike’

Pispora tendrûstiya civakî Cemîla Al-Osman a 33 salî ya ji bajarokê Biniş ê li Bakûrî Idlibê ye, bi van gotinan metirsiyên zewaca bi zorê tîne ziman: “Ji ber rewşa darayî xirab ya penaberan û xekê kampan, gelek ji wan bi zorê keçên xwe bi çeteyan re didin zewcandin ji bo barê wan li ser xwe sivik bikin. Mijar tijî pirsgirêkên derûnî û bedenî ne, depresyona giran yek ji nexweşiyên jinên ev cure zewacê rastê tên e. Piraniya bûyerên zewcandina bi çeteyan re zirarên derûnî, civakî û bedenê li ser jina Sûrî encam dibe. Ji ber veguhestina wan çeteyan navbera çeperên şer de dibe sedema penaberiye û qutbûna agahiyan derbarê wan çeteyan an kuştina wan, bûyerên ducanî û zarokanînê bê tomarkirina wan zarokan jiyana jinan zehmet dike. Her wiha gelek ji wan jinan di dema zewaca xwe de rastî lêdana wan çeteyan tên.”

Cemîla Al-Osman banga avakirina navendên taybet ya bi piştgiriya jinan û mafên zarokan kir ji bo jinan û zarokên keç der barê metirsiyên vê zewacê de rûniştinên hişyariyê lidarbixin û van encaman şîrove bikin. Her wiha Cemîla Al-Osman xwest jinên beşdar jî çîrokên xwe derbarî vê mijarê de parve bikin.