Şîrîna ku hat xwestin bê qetilkirin: Biryarên dûrxistinê bandor nekir!

Şîrîn Balyan a ku ji aliyê Aram B. yê ku di pêvajoya hevberdanê de bû xwest bê qetilkirin, piştî 3 rojan di beşa lênihêrîna giran de ma çavên xwe vekirin. Şîrînê anî ziman ku wê der barê sûcdar de gilî kiriye û hêviya hevgirtinê ye.

MEDINA MAMEDOGLU  

Amed -Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe. Yek ji bûyerên tundiya li ser jinan li Amedê pêk hat. Şîrîn Balyan a ku rastî tundî  û gefên kuştinê hat ji aliyê Aram B. ya ku bi wî re di pêvajoya hevberdanê de bû, bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Şîrîn Balyan a ku piştî 3 rojan di beşa lênihêrîna giran de birin odeya normal, anî ziman ku bi salan e rastî tundiya sîstematîk a kujer hatiye û biryarên parastinê yên ku girtine têrê nekir.  

Piştî tundiyê agir berda mal! 

Bûyer şeva 3'ê Îlonê li Taxa Yenîşehîrê ya navenda bajêr pêk hat. Aram B. Bi gotina “Divê em der barê zarokan de biaxivin” û çû mala Şîrîn Balyan. Aram B. yê ku pêşî li malê heqaret li Şîrîn Balyan kir û piştre tundî li wê kir, li gorî îdîaya cîranan xwest mala Şîrîn Balyan bişewitîne. Piştî agahdarkirina cîranan polîs û îtfaiye hatin cihê bûyerê. Şîrîn Balyan a ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, Aram B. hat binçavkirin. Dûvre hat girtin û şandin girtîgehê.  

'4 an 5 caran biryara dûrxistinê min girt' 

Hate hînbûn ku Şîrîn Balyan a ku li nexweşxaneya ku rakirine travmaya serî hatiye tespîtkirin, diranên wê şikestine û li gelek cihên laş û rûyê wê birînên giran hene. Şîrîn Balyan a ku piştî li beşa lênêrîna giran birin odeya normal ji ajansa me re behsa tundiya sîstematîk a wê şevê û beriya niha kir.  

Şîrîn Balyan a ku bi nîşandana birînên qirika xwe dest bi axaftina xwe kir û got: “Du zarokên min hene. Ev salek e em cuda dijîn. Dê her du alî jî hevberdan qebûl bikira, lê ez gelek caran dihatim tehdîdkirin û şopandin. Berî pêvajoya hevberdanê, ez gelek caran rastî tundiyê hatim. Di vê heyama salekê de min gelek caran biryara dûrxistina wî da. Bi vê yekê biryaran binpê kir, her çend min ew ji midûriyeta polîsan re ragihandin jî tiştek nehat kirin. Ez çûm xaniyek nû da ku dest bi jiyanek nû bikim, min karek dît. Wî timî telefonî min dikir û ji min re dinivîsand. Beriya vê bûyerê li pey min hat û mala min dît. Cîranên min ew li dora malê dîtin lê fikirîn ku ew polîs e."

Got 'ez ê te bikujim' û serê min li dîwêr xist’

Şîrîn Balyan wiha axaftina xwe berdevam kir: “Şeva bûyerê dema hat malê got ku dixwaze biaxive. Dû re ji nişka ve dest bi nîqaşê kir. Dema nîqaş dest pê kir min gazî polês kir û alîkarî xwest. Piştî telefonê hat û dest bi lêdana min kir. Wî qirika min girt û dest bi lêdana serê min li dîwêr kir. Wê gavê, min hest kir ku diranên min ketin. ew qas sere min li dîwêr xist ku ji wê demê û pê de ji ser hişê xwe çûm. Piştre polîs hatin û min çavên xwe di ambûlansê de vekir. Dema min telefona xwe ji hemşîreya li wir pirsî got, 'Telefona te bi malê re şewitî'. Piştî lêdanê mala min şewitand. Ez nizanim çawa şewitî. Dema li min dixist, gelek caran digot, ez ê te bikujim, min pir li ber xwe da. Ez nikarim bisekinim’ Ez niha li nexweşxaneyê me. Ev ne cara yekem e. Niha diranên min ên pêşiyê nînin, laşê min di bin birînan de ye. Ez wî gilî dikim."  

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku em bi wan re li ser mijarê axivîn, da zanîn ku ew bûyerê dişopînin û dê tevlî dozê bibin.