Di lehiya li du bajaran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Kirklarelî û Stenbolê, lehî rabû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, lêgerîna xilaskirina kesekî berdewam dike. Her wiha bi sedan kargeh û xanî di bin avê de man.

Stenbol- Bîlançoya karesata lêhiyê ya li Stenbol û Kirklareliyê girantir dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî; li du bajarên ku lêhî rabûye 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di lêhiya ku li Stenbolê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan de, hat diyarkirin ku heta niha 564 xanî û 744 cihên kar di bin avê de man, 172 wesayîdan jî zirar dîtine. Li Kirklareliyê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerîna Ahmet Bakî Şîmşek ê ku di lêhiyê de winda bûye berdewam dikin.