Li Hindistanê pêla germê: 46 kes mirin

Ji ber pêla germê ya ku li Hindistanê bi bandor bû di du rojên dawî de 46 kes mirin. Germahiya ku ser pileya demsale ya asayî derket weke 42,2 pile hat pîvan.

Navenda Nûçeyan - Midûriyeta Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihand ku germahiya hewayê li herêma Ballia ya Uttar Pradeşê derket 42,2 pileyî û ji asta asayî ya demsalî derbas bû. Bijîşkan ragihandin ku di 2 rojên dawî de 46, li Uttar Pradeşê 34 û li Biharê 12 kes mirin. Hat destnîşankirin ku divê welatiyên ji 60 salî mezintir ji ber germê dernekevin derve.

Rayedarên eyaletê ragihandin ku pêla germê ya ku li Hindistanê bi bandor bû, li 24 herêmên eyaleta Bihar a rojhilatê bandor kir. Rayedaran diyar kirin ku di nava 24 saetan de ji ber pêla germê 2 jê polîs 12 kes mirin.

Wê bandorê li mîlyonan mirovan bike

Pêlên germê pir caran dibe sedema kêmbûna avê, ku bandorê li mîlyonan mirovan dike. Li bajarê Navî Mumbaî ya li eyaleta Maharashtra ya li rojavayê Hindistanê, 13 kesên ku di meha Nîsanê de beşdarî merasîmekê bûbûn, di encama tava rojê de mirin. Ji aliyê din ve li welatên herêmê yên wekî Hindistan, Bangladeş, Tayland, Fîlîpîn, Vîetnam û Laosê jî germahiya rekor tê dîtin.