Di foruma jinên xuliqkar ên Ereb de jinan ezmûnên xwe parve kirin

Jinên ku beşdarî foruma jinên xuliqkar ên Ereb bûn, ezmûnên xwe yên der barê wekheviya zayendî di civakê de parve kirin û destnîşan kirin ku divê jin di hemû qadan de li dijî vê newekheviyê têkoşînê bidin meşandin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Foruma jinên xuliqkar ên Ereb ku Tûnis mazûvaniya wê dike, di navbera rojên 15-17’ê Hezîranê de li bajarê Sousse hat lidarxistin. Jin ji Iraq, Mexrib, Lubnan, Libya, Filistîn, Misir û Sûriyeyê beşdar bûn.

Jinên ku beşdarî forumê bûn li ser mijara wekheviya zayendê di civakê de nîqaş kirin û ezmûnên xwe parve kirin. Yek jî beşdara forumê nivîskara Lubanî Rafîf Reda Sidawî amaje bi beşdariya jinan di lêkolîn, helbest, çîrok, roman û şanoyo û qada çand û zanistê de kir û diyar kir ku her yek di qada xwe de li dijî newekheviya zayendî di civakê de têkoşînê bidin meşandin.

‘Xuliqkariya min a edebî hat sînordarkirin’

Lêkolîner û nivîskar Sanaa Al-Atarî destnîşan kir ku helbestvanek Filistînî rûbirûbûna wî ya bi civakê re û helbestvan Anis Derviş weke model digre û bi makaleyeke lêkolînê beşdarî formê bûye û weke helbestvanekê der barê zehmetiyên ku rast hatiye de wiha got: “Weke helbestvaneke Filistînî di warê edebiyatê de xuliqkarî hatiye sînordarkirin yek ji astengiyên herî berbiçav ev e û dixwazin sînordar bikin.”

‘Tundî her dem û li her derê heye’

Nivîskara Tûnisî Amira Ghoneim bal kişand ser tundiya zayendperestiya civakê û wiha got: “Jin di hemû qadên jiyanê de rastî tundiyê tên. Tundîtûjî rewşeke ku li her derê û her dem heye. Jinên Tûnisî ji destkeftiyên xwe tawîzan nadin, ji ber ku jinan serkeftin navxweyî kirine û ev yek bûye parçeyek ji wan.”