Li Hindistanê ji werzişvanên ku êrîşa zayendî protesto dikin re doz hat vekirin

Li Hindistanê der barê werzîşvanên jin de bi hincera ku tevlî meşa li dijî erîşa zayendî bûne de, doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Pêlawanên jin ên ku tevlî meşa ku li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê bi daxwaza îstifa û girtina Serokê Federasyona Pêlewanê  Brij Bhushan Sharan Singh ku erîşa zayendî li werzişvanên jin kir, bûn hatin binçavkirin.

Werzişvanên ku bi îdiaya "Serhildan, kombûna dîjqanûnî û astengkirina wezîfekirina erkdarên dewletê” hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin.

Der barê werzişvanên jin de doz hat vekirin. Di nava werzişvanên ku doz li wan hat vekirin de Sakshi Malik û Bajrang Puna yên xwedî madalyayên olîmpiyatê û Vinesh Phogat ê xwedî şampiyoniya cîhanê jî cih digre.

Dîmenên ku aîde kêliya dema polîsên Hindistanê xwepêşandanê jinên çalakvan bi îşkencekirine siwarê otobusan dike, li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin û şermezarkirin.