Li Hesekê forum: Pirsgirêka avê hate niqaşkirin

Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Hefteya Avê ya Cîhanê, bi navnîşana "Av li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera rastî û zehmetiyan de" komxebatek li dar xist.

Hesekê – Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Hefteya Avê ya Cîhanê, bi navnîşana "Av li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera rastî û zehmetiyan de" li hola Serdemê ya li bajarê Hesekê komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de Nûnerên Rêveberiya Xweser, Endezyarên Çandiniyê, Hevserokê Avê yê Kantona Reqa û Kobanê, rewşenbîr û berpirsên Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî amade bûn.

‘Qeyrana avê dibe sedema kûrkirina qeyrana aborî’

Di komxebatê de 5 mijarên sereke hatin şîrovekirin. Mijara yekemîn ji aliyê hevserokê Fakulteya Endazyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava Xoşnav El Qasim ve hat şîrovekirin. Xoşnav El Qasim, behsa zerarên aborî yên ku bûne sedema qutbûna avê li herêmê, her wiha pirsgirêkên jîngehî yên  bûne sedema kêmbûna ava bîran kirin.

Xoşnav El Qasim, pirsgirêkên sereke yên avê bi bîr xistin û got: "Ji wan pirsgirêkan kolandina bêserûber a bîran, bikaranîn û xerçkirina zêde ya ava bîran, her wiha siyasetên herêmî yên mîna avakirina Bendava Ataturk e ku herkîna avê ber bi çemê Firatê kêm kiriye. Ji ber pirsgirêkên avê, berhemên genim û çandiniyê din kêm bûye. Bikaranîna rêbazên kevin ên avdanê pirsgirêkê mezintir dike.

Siyaseta dewleta Tirk di qûtkirina avê de

Mijara duyemîn bi navê "Kêmbûna asta ava çemê Firatê li kantona Firatê; bandora bendavan, pirsgirêkên ava vexwarinê û avdanê" ji aliyê Hevserokê Gerînendetiya Avê ya bajarê Kobanê Mehmûd Reşîd ve hat şîrovekirin. Mehmûd Reşîd, bi bîr xist ku li Kobanê ji ber felaketên xwezayê, qelişbûna depoyên avê, xerçkirina avê  aloziyek mezin a avê heye.

Mehmûd Reşîd, bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk ku ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê kêm kiriye û got, ji ber vê yekê şênî neçar mane berê xwe bidin bîran û jêderên din, ev yek dibe sedema belavbûna nexweşiyên xetere wekî kolerayê. Mehmûd Reşîd,  ji bo çareserkirina aloziya avê ya li kantona Firatê banga xebateke hevbeş kir û got, divê mijara avê neyê polîtîlzekirin û dûr mijara leşkerî were kirin. Her wiha xwest ku torên avê yên kevin werin nûkirin, avê bigihêje gundên bêav û stasyonên paqijkirina avê jî werin avakirin.

‘Qutkirina avê dibe sedema bilindkirina rêjeyên germahiyê’

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kantona Reqayê Hisên El Cerceb jî mijara sêyemîn a bi sernavê "Bandora asta çemê Firatê, qirêjbûna avê, rewşa mirovî li kantonên Reqa û Dêrazorê" şîrove kir. Hisên El Cerceb diyar kir ku rewşa ava vexwarinê li bajar û bajarokên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gelek aloz e ku rasterast xwe dispêre ava çemê Firatê.

Hisên El Cerceb, bi domdarî got: "Ji ber bendavên li welatên cîran hatine çêkirin, her wiha ji ber guherîna avhewayê asta ava çemê Firatê kêm bûye. Di encama vê yekê de kalîteya ava vexwarinê xirab dibe. Ev yek dibe sedema zêdebûna rêjeya gemaran.

‘Av wekî çekek li dijî mirovahiyê tê bikaranîn’

Di mijara çaremîn de jî "Bikaranîna avê wekî çeka şer, kontrokirina jêderan wekî amûra siyasî, bandorên li ser ewlehiya xurekî" ji aliyê Rêveberê Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî Zîwer Şêxo ve hat şîrovekirin. Zîwer Şêxo, di şîroveyên xwe de bi bîr xist ku ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji mafê xwe yê wergirtina avê bêpar in û got, dewleta Tirk stasyonên avê bi taybetî stasyona Elok wekî kaxezeke siyasî û çeka şer li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Zîwer Şêxo, di dewama axaftina xwe de qanûnên navneteweyî yên qedexeya bikaranîna avê wekî çekekê vegot û da zanîn ku Tirkiyeyê peymanên girêdayî ava çeman ku bi Iraq û Sûriyeyê re îmze kiriye, binpê dike. Zîwer Şêxo, di dawiya axaftina xwe de got, hincet çi dibe bila bibe lê mafên tu dewletan nine gelan ji avê bêpar bihêle.

‘Tevî van kêşiyan jî jin dikarin jêderên avê yên sînordar bi rêve bibin’

Mijara dawiya ya pêncemîn bi navê "Bandora rasterast a kêmbûna avê li ser jinan" ji aliyê çalakvana sivîl Nalîn Eseed ve hat birêvebirin.Nalîn Eseed, anî ziman ku jin ji ber berpirsyarên xwe yên civakî û rola xwe ya bingehîn a peydakirina avê ji malbatê re, beşa herî zêde ye ku ji ber aloziyên avê zerarê dibîne.

Nalîn Eseed, diyar kir ku êş û azarên rojane yên ji ber peydakirina avê ji jêderên dûr ne tenê jinan di aliyê fîzîkî de diwestîne, lê di heman demê de bandorê li tenduristiya wan dike, her wiha derfetên fêrbûnê û xebata hevbeş betal dikin û got: "Tevî van kêşiyan jî jin dikarin jêderên avê yên sînordar bi rêve bibin."

Piştî şîrovekirina mijarên forumê, beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin, divê pirsgirêka avê ya li herêmê di zûtirîn dem de were çareserkirin.

Komxebat bi van pêşniyaran bi dawî bû:

*Danîna stratejiyeke yekgirtî ya avê da ku li gorî wê  xebat li ser pêşxistsina çarçoveyeke stratejîk a yekgirtî û berfireh ji bo birêvebirina çavkaniyên avê li ser asta herêmî bê meşandin.

*Pêşxistina rêveberiya xwecih û bihêzkirina wan ji aliyê teknîkî û îdarî ve, da ku xizmetên baş werin pêşkêşkirin û belavkirin bi awayekî wekhev bi rêve biçe.

*Bikaranîna avê wekî çekan were belgekirin û der barê vê de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar werin kirin.

*Nûkirina siyaseta çandiniyê bi rêya teşwîqkirina çandiniya ku xwe dispêre ava baranê, belavkirina çandiniya berhemên ku zêde avê bi kar nayînin.

*Têkildarî xetereyên aloziya avê, girîngiya kêmkkirina xerçkirina wê, divê pêngavên hişyarkirinê yên domdarî werin lidarxistin.

*Bi armanca parastina qada hêşînê û jêderên avê ji qirêjê bernameyek were danîn.