Li Hesekê av wek 'çek' li dijî gel tê bikaranîn

Jinên ku ji aliyê Dewleta Tirk ve qutkirina ava Îstasyona Avê ya Alokê ya ji Hesekê re hêrikîna avê dabîn dike re rojên dijwar dijîn, bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li dijî vî sûcê dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.

DELAL REMEZAN

Hesekê– Piştî ku dewleta Tirk ava Îstasyona Avê ya Alokê kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kir, bertekên gelê herêmê didome. Ji sala 2019’an û vir ve ku dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê dagir kir, gelê kantona Hesekê rastî pirsgirêka avê tên. Her çend hewl tê dayin ji bîrên taxan av bê peydakirin jî, bêavbûn di germa havînê de xetereya nexweşiya şewb zêde dike.

Herêma Afatê hat ragihandin

Rêveberiya Xweser ji ber pirsgirêka avê ya tê jiyîn, 3'ê Tîrmehê Kantona Hesekê wek Herêma Afetê ragihand. Jinên li Hesekê dijîn diyar kirin ku dewleta Tirk avê li dijî gel weke çekek şer bikar tîne û bang li raya giştî kirin ku li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hestiyar bin.

'Em ji dagirkeriyê heta niha pirsgirêka avê dijîn’

Yek ji jinên ku neçar ma ji bajarê Serêkaniyê koçî Hesekê kir Waza Al-Salem, diyar kir ku ji dagirkeriyê û heta niha pirsgirêka avê dijîn û wiha got: “Ji roja ku bajarê Serêkaniyê hat dagirkirin heta niha em pirsgirêka avê dijîn. Rewşa min a aborî nebaş e, ji ber vê yekê nikarim ji tankeran avê bikirim. Ji ber rêzen dirêj a tankên ku ji aliyê hin rêxistinan ve li taxan hatine bicihkirin, ji bo em av namîne. Em ji nexweşiyan ditirsin. Divê rêxistinên navneteweyî ji bo dawî dagirkeriya Dewleta Tirk, berpirsyartiyên xwe pêkbîne.”

‘Em neçar dimînin ava vexwarinê ya qirêj bikarbînin’

Hadiya Mihemed Saeed jî da zanîn ku ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê heta niha çeteyên girêdayî wî ava vexwarinê ya Hesekê qut kirine. Hadiye Muhammed Saeed da zanîn ku ji ber vê neçar dibînin ji tankan avê buhayê wan zêde û qîrêj bikirin û wiha axivî “Çavkaniya avê nayê zanîn. Zarok pir caran midê wan diêşê û îshal dibin.”

Hadiya Muhammed Saeed, xwest civaka navneteweyî erka xwe ya li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bîne û wiha got: "Divê dawî li pêkanînên Tirkiyeyê û çeteyên wê yên ku li dijî rojhilatê Sûriyeyê û mirovatiyê sûcên herî hovane pêktîne bê anîn.”