‘Li herêmên erdhejê xizmetên tendirustiyê hê jî kêm in’

Konseya Yekitiya Tebîbên Tirk û Beşa Hekîmtiya Malbatê, li herêmên erdhejê têkildarî xizmetên tendirustiyê yên destpêkê, yên du hefteyan de nirxandin kir û diyar kir ku di nava du hefteyan de hê jî xizmetên tendirustiyê baş nayên kirin.

Navenda Nûçeyan - Yekitiya Tebîbên Tirk (TTB) Beşa Hekîmtiya Malbatê û Konseya Navenda ya TTB’ê têkildarî xizmetên destpêkê yên li herêma erdhejê de nirxandin kir û encamê bi raya giştî re parve kir. TTB’ê diyar kir ku di nava du hefteyan de hê jî xizmetên destpêkê baş nehatine kirin û wiha hat gotin:

“Li herêma erdhejê, li Hatayê hê jî navendên tendirustiya malbatê nikarin xizmetê bikin. Li mereş û Semsûrê jî xizmetên destpêkê pir bi sînor in.”

 ‘Xizmetên tendirustiyê nayên kirin’

Hat diyarkirin ku li herêmên erdhejê, kedkarên tendirustiyê yên bûne erdhejzede, zor li wan tê kirin ku vegerin ser karê xwe û ev tesbît hatin kirin:

“Li qadên demborî yên bicihbûnê li hinek deran revîr hatine avakirin lê derzî, lêkolîna xwîna pehniyê, ducanî û şopandina bebikan tenê li hinek cihan tên kirin. Li saziyên ku derzîkirin li wan heye ji ber ku pergala qeydan a USS’ê bi rêkûpêk nîn e, derzîkirin nayên şopandin. Di serî de li gundan, erdhejzedeyên ku dest ji warê xwe bernedane, di warê xizmeta tendirustiyê de kêmasiyan dikşînin.”

‘Derfetên hîjyenê çênebûn’

Di nirxandinê de hat diyarkirin ku mirov neçar mane, li qadên giştî, di nava sermayê de, di nava qelebalixê de bimînin û hat gotin ku li wan deran ava vexwarinê, tuwalet û hîjyen pir kêm e. Bal hat kişandin ku vê rewşê li ser tendirustiya civakê xeterê çêdike.

Dê nexweşiyên nû derkevin

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber xebatên rakirina xirbeyên apartmanan, xweliya ku radibe dê bi xwe re bibe sedema nexweşiyên bêhnêgirtinê û wiha hat gotin: “Ev yek bi xwe re nexweşiya bêhngirtin asbest penceşêra kezeba spî. Kesên li herêmê dimînin divê ji vî aliyê ve binirxînin.”

Ji ber mercên hewayê, yen bicihbûnê, tunebûna ava paqij, kêmasiya hîjyen û tuwaletan jî bal hat kişandin ku nexweşiyên bêhngirtinê, yên pergala gastrointestinal, enfeksiyonên xur û uriner derketine holê.

TTB’ê di nirxandina xwe de tiştên ku divê hikûmet û Wezareta Tendirustiyê, li qada erdhejê bi hev re bikin wiha bi rêz kir:

“*Ji bo erdhejzedeyên li herêmê divê cih, germbûn, ava paqij ji bo vexwarin û bikaranînê xurek, tuwalet, cihên serşûştinê û mercên bi hîjyen beriya ku nexweşî derkevin werin avakirin.

 *Li herêmên erdhejê divê merheleya yekem a xizmetên tendirustiyê hebe, bi lezgînî ji bo pêkanîna vê pergalê amadekarî werin kirin, ji bo bicihbûnê qadên demborî werin avakirin, herêmên gundewar jî di nav de li her derê ji bo bebik û zarokan derzîlêdan hebe, pêşî li nexweşiyên belav were girtin, dermankirina nexweşên kronîk û hemû xizmetên din werin pêkanîn.

 *Divê li kedkarên tedirustiyê yên erdhejzede ji bo xebatê zorî neyê kirin û ji bajarên din xebatkarên tendirustiyê ji bo heremên erdhejê werin tayînkirin.

 *Divê kedkarên tendirustiyê yên li herema erdhejê, ji mafên xwe bêpar nemînin, ji wan û malbatên wan re alîkarî were kirin.”