Dayika ku zarokê xwe girt gefa mirinê lê tê xwerin!

Jina ku zaroka vê ya 5 salî ji aliyê F.K rastî erîşa zayendî hatibû û derxistibû holê gilî kiribû. Bi alîkariya parêzerên jin zarokên xwe girt lê ji bo ku giliya xwe paş ve vekişîne gefa mirinê lê tê xwarin

Amed- Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê piştî nûçeya me ya der barê zaroka 5 salî ji aliyê bapîrê xwe yê bi navê F.K ve rastî erîşa zayendî hatiye ket tevgerê. Pîştî giliyê her du zarok ji gel kiryar F.K û bavê zarokan hatin girtin û di seetên şevê de radestî dayikê hatin kirin.

Gefa mirinê lê tê xwarin

Hat zanîn ku jina zarokên vê hatine cem vê carê jî gefa mirinê lê tê xwarin. Ji bo ku dayik giliya xwe paş ve bikşîne kiryar F.K û malbata wî dibêjin: “Tu ye biçî giliya xwe paş ve wekişînî û bibêjî ez dîn im, min bêbextî kiriye nexwe em ê te jî birayê te jî bikujin” Jina ku der barê vê mijarê de me çû hevdîtin pê re kir diyar kir ku kesên gefan lê dixwin der barê wan de gilî kiriye û wê biryara parastinê  bigre. Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî da xuyakirin ku ew ê şopdarê pêvajoyê bin.