Emîne Şenyaşar: Gelo wijdanê vê desthilatdariyê heye?

Malbata Şenyaşar 704 roj in li ber Edliyeya Rihayê bang li rayedaran dike. Malbatê îro careke din pirsa “Gelo wijdanê vê desthilatdariyê heye?”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 704’emîn de ye.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta ku li ser ‘Edalet’ dinivîsand çalakiya xwe ya îro domandin.

Ferît Şenyaşar ê di çalakiyê de axivî, bi lêv kir ku tevî 704 rojên çalakiya nobeta edaletê jî daxwazên wan bi cih nehatine û ev tişt gotin: “704 roj derbas bûn. Lê bila xwe bikin şûna dayika ku tevî pirbûna xwe dest ji mala xwe berdaye û ji bo edalet bi cih were bang li dozgeran dike. Her roj Serdozgerên Komarê bi wesayîdên xwe yên luks di ber me re derbas dibin. Dema mijar dibe desthilatdarî mixabin dozger jî nikarin bidarizînin. Berê jî dema me bi dozgeran re hevdîtin dikir, tu kesê nikaribû ji me re bibêje hûn neheq in. Her wiha rayedarên dewletê jî ji me re digotin sebir bikin. Heke rojekê wekiliya wî bikeve, dîmenên komkujiya nexweşxaneyê wê derkevin holê. Wê demê hemû dinya wê bibîne, wekîlekî çawa bi hêza siyasetê di nexweşxaneya dewletê de komkujî pêk aniye. Desthilatdar jî di vê erdhejê de di bin kavîlan de ma. Hemû kes li benda guherandineke siyasî ye.”

‘Desthilatdar wan diparêze’

Dayik Emîne Şenyaşar jî diyar kir ku 5 sal in zarokê wê di hucreya yek kesî de ragirtiye û wiha pê dê çû: “Wijdanê vê desthilatdariyê tune ye. Desthilatdarî pişta kesên ku malbatek qetil kirin digre. Ji zilmê re êdî bes e, bila hemû kesên bêsûc bên berdan û zarokê min jî bê berdan. Heta zarokê min neyê berdan em ê ji vir ranebin û nobeda xwe bidomînin. Îro roja înê ye em duayên xwe ji Xwedê re dikin ku heqê me nehêle, tişten ku ev desthilatdarî vedişêre bila derkevin holê.”

‘Pêdivî bi guhertineke siyasî heye’

Malbata Senyaşar li ser hesabên medyaya dîjîtal ev yek parve kir: “Ji bo li welat edalet pêk were pêdivî bi guhertinek siyasî heye. Tişta ku welat zindî dike edalet e. Ji bo ku li welat edalet bi ser bikeve, pêdivî bi guhertineke siyasî heye. Di roja 704'emîn de ji bo jiyana bi rûmet nobeda me ya "Maf, Hiqûq û Edaletê" berdewam dike.”