Li herêma Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan zêde dibin
Her çendî li Başûrê Kurdistanê hişyarî heye jî lê kesên rexnegir bi taybetî jinên çalakvan ji ber karê xwe rastî metirsiyan tên û nikarin bi awayek azad rexne li binpêkirinên mafên mirovan bikin û her dem rastî rêgirî û astengiyan tên.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Başûrê Kurdistanê yek ji wan navendan e ku bi aşkerayî mafên mirovan tê binpêkirin. Nebûna azadiya fikir, qeyrana aborî û civakî, gendelî û dizîna samana welat, gefxwarin û bêdengkirina kesan û girtina rojnamegeran, bûyerên herî diyar ên binpêkirinên mafê hemwelatiyên li herêmê ne. Çalakvan û kesên ku rexne vê rewşê dikin, tên tepisandin û jiyana wan bi aram nabe, her dem di bin gefên dewletên dagirker û hikumeta desthilatdar de ne. Gef û metirsî li ser jiyana wan çêdibe, bi taybetî çalakvanên ku civakê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hişyar dikin.
Li gorî rapora salane ya wezareta derve ya Amerîkayê, di 20’ê Adara îsal de der barê rewşa mafên mirovan di cîhanê de ya sala 2022’an parve kir û tê de behsa herêma Kurdistanê jî kiriye û wiha hatiye gotin: “Desthilatdariya herêmê rojnameger, çalakvan û xwepêşanderan digre, bi taybetî rojnamegerên ku gendelî û xirabiyên desthilatdariyê derdixin holê.”
‘Binpêkirin li herêma Kurdistanê berdewame’
Çalakvana sivîl a ku 5 sal in li gel Tîma Kurdistanê Ronak Heme Xerîb der barê rewşa mafên mirovan li Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku binpêkirin li cîhanê û herêma Kurdistanê berdewam dikin, hebûna şer û qeyranên piştî şer çêbûne, hebûna jenosîdê yan jî îşkence, girtin hemû mînakên binpêkirinên mafên mirovan e. Ronak der barê binpêkirina mafên mirovan li çar parçeyên Kurdistanê destnîşan kir ku binpêkirina herî mezin li hemberî Kurdan tê kirin. Bombebarana ku dewleta Tirk sê sal in sînor derbas kiriye û bênavber berdewam dike.
‘Zêdetir gef li ser çalakvanên jin heye’
Ronak der barê karê çalakvanên mafên mirovan û şêwaza berdewamkirina çalakiyan de wiha got: “Riya herî baş a ji bo berdewamkirina kar rastgo ye, ji derveyî wê divê ew kesên ku kar ji bo mafên mirovan dikin, ger bi rastî baweriya wan bi mafên mirovan heye divê bibin pirek ji bo gihandina peyama xelkê û got. Ew kesên ji bo mafê mirovan li her cihê kar dikin, rastî pirsgirêkan tên, ger cihek wekî Iraqê û Kurdistanê be, bêguman zehmetî zêdetir dibin, bi taybetî ji bo jinên çalakvan her dem tundîtûjî û astengî li ser wan zêdetir e. Di asta cîhanê de bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê rewş ne guncaw e, rexnegirên mafên mirovan tên girtin."