Li herêma erdhejê jin û zarok nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê!

Li Antakyayê ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê pêk hat, zarok derzîlêdanên xwe di wextê xwe de nikarin pêk bînin. Nexweş ji ber şert û mercên hema bêje ne mumkin neçar dimînin ji bo dermankirinê derkevin derveyî bajêr.

MEDİNE MAMEDOĞLU

Antakya-Piştî erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereşê pêk hat, li Antakyayê gel nikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê yên têrker. Li bajarê ku nexweşxane û navendên tenduristiyê yên malbatan wêran bûne, welatî ji ber nebûna amûran nikarin tedawî bibînin, heta testa xwînê jî dibin nexweşxaneya navçeyê. Jinên ducanî û zarok herî zêde ji vê pêvajoyê bandor dibin.

Li bajêr piştî erdhejê; Di dema ku Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û Nexweşxaneya Dewletê ya kevin a Antakyayê bi temamî hilweşiyan, Nexweşxaneya Dewletê ya Akademiya Taybet û Nexweşxaneya Dewletê ya Taybet a Rojhilatê Medya jî zirareke mezin dîtin. Beşek diyar a Nexweşxaneya Bajêr a Antakyayê jî hilweşiya ye. Li bajarê ku 5 nexweşxaneyên wê hilweşiyan, xizmetên tenduristiyê bi awayekî sînordar tên dayîn. Nexweşxaneyên konteyner, ku nexweş pir caran serî lê didin, alavên teknîkî yên wekî amûrên tomografî tune ne. Karûbarên wekî Emar(MR) û tomografî dikarin li du nexweşxaneyên ku sax mane bêne peyda kirin. Nexweş sewqî nexweşxaneyên bajarên din tên kirin.

‘Tenê avakirina konteynîran başbûn ne.

Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Hatayê Fîlîz Gun têkildarî mijarê nirxand û diyar kir ku nexweşiyên tenduristiyê her ku diçe belav dibin û ev salek e pirsgirêk nehatine çareserkirin.

'Em di demên pir dijwar re derbas dibin'

Fîlîz Gun got ku ji ber van pirsgirêkan bi taybetî jin, zarok û extiyar di gihandina tenduristiyê de zehmetiyên cidî dikişînin. Fîlîz Gun di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rewşa nexweşxaneyan her wiha hilweşandina piraniya navendên tenduristiyê yên malbatan, bijîjkên me di konteyniran de xizmetê didin, weke mînaka vê rewşê ye. Em hewl didin tiştekî ku ji bo van kesan baş be bikin, lê mixabin em di rojên pir dijwar re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de me nekarî bi pêş de biçin. Tişta ku em dikarin bi pêş ve biçin ew e ku berê konteynir tunebûn, cihê ku mirov biçe tune bû, niha jî konteynir derketine holê. Em tenê dikarin hin ji van karan di vê konteynerê de bikin. Mirov xizmetek pir çêtir heq dike. Ev mirovên ku di vê heyamê de derbas bûne hewce ne ku karibin di vê heyamê de lênarîna tenduristî ya çêtir bistînin.”

'Kontrolên jinên ducanî têrê nakin!'

Fîlîz Gun bal kişand ser pirsgirêkên jinan û got ku bi taybetî jinên ducanî nikarin muayeneyek bi bandor derbas bikin. Fîlîz Gun, anî ziman ku muayene heta radeyekê di bin şert û mercên konteynerê de dikare bê kirin û da zanîn ku nexweş bi gelemperî derdikevin derveyî bajêr. Fîlîz Gun, anî ziman ku xizmeta tenduristiyê ya li bajêr nikare ji pêngava yekemîn wêdetir derkeve û wiha berdevam kir: “Bi hilweşandina gelek navendan re bijîjkan di konteyniran de dest bi xizmetê kirin. Ev yek bû sedem ku xizmeta ku tê dayîn hîn bêtir kêm bibe. Xwîna ku li vir tê girtin jî ji bo kontrolê dişînin navçeyeke din a Îskenderûnê. Gelo pêbaweriya wê qonaxê heye? Em wisa nafikirin, lê em hewl didin van tiştan bikin da ku bi awayekî vê pêvajoyê bimeşînin. Em ji ber şert û mercan nikarin çavderiyên xwe yên ducaniyê baş bişopînin. Di asayî de jineke ducanî tê, tansiyona wê tê kontrolkirin, lêdana dilê zarokê tê kontrolkirin, behsa pirskirêk tê kirin. Mixabin şert û mercên me tune ku em van tiştan di şert û mercên konteynerê de bikin. Mixabin şert û merc ew qas kêm in ku ne em dikarin xizmeta ku dixwazin bidin û ne jî gelê me dikare xizmeta ku dixwaze werbigire.”

'Zarok nikarin derzîlêdana xwe bigirin'

Filiz Gun bal kişand ser zarokên ku ji erdhejê zirar dîtine û diyar kir ku piştî erdhejê gelek zarok nikarin derzîlêdanên pêwîst bistînin. Filiz Gun, anî ziman ku ev rewş nexweşiyên epîdemîk bi xwe re tîne û wiha got: “Di şert û mercên asayî de divê ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve di navberên diyar de derzî bên kirin. Lê mixabin piştî vê karesatê hinek derzî nehatin çêkirin. Yan dereng hat kirin yan jî qet nehat kirin. Zarokên li vir nikarin bigihin derzî û lênerîna tenduristiyê. Dema ku bi rêkûpêk têne dayîn pergala berevaniyê bihêztir dimîne, heke dereng werin danîn dibe ku berevaniya xwestî têrê neke. Me ev rewş gelek caran li bajêr dît. Ji ber ku zarok dereng têne derzîkirin, carinan zarokek ku hewce dike 3 derzîlêdanê bigire, dibe ku hewce bike ku di heman demê de 6 an 7 derzîyan werbigire. Ev pêvajoyek ne têr dibe sedema nexweşiyên serpêhatî yên ku em naxwazin di demên pêş de çêbibin. Di vê navberê de pêlên giran ên sorikan û xurî derketin. Sedema vê ya herî mezin jî ew e ku ev derzî nayên çêkirin.