Hayat Al-Attar: Di sektora çandiniyê de jin rastî her cure tundiyê tên

Aktivîst Hayat Al-Attar diyar kir ku li Tûnisê bi xebatên ku li 13 eyaletan dane meşandin tesbît kirine ku karkerên jin ên çandiniyê, rastî kedxwarî û tundiyê tên û da zanîn ku di mijara mafên karkeran de pêwîst e zagon werin pêkanîn.

NAZÎHA BOUSSÎDÎ

Tûnis- Li gelek welatan di sektorên çandiniyê de şert û mercên nebaş û yên jiyanê herî zêde bandorê li jinên karker dike. Jinên karkerên çandiniyê, şertên kêm ên hîjyenê, gihandina xizmeta tendirustiyê, bi sîgorta dixebitin, baca kêm, ji derveyî pirsgirêkên gihandinê, rastî êrîşên tundî û zayendî jî tên. Gelek jin di saetên sibehê de li pişt kamyonetan siwar dibin û ji bo biçin qada çandiniyê ya ku lê kar bikin ji ber qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest didin.

‘55 jinên karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan’

Ji Foruma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê berpirsa dosyayên jinan û karkerên çandiniyê Hayat Al-Attar der barê pirsgirêkên ku jin di sektora çandiniyê de dijîn ji ajansa me re nirxandin kir. Hayat Al-Attar da zanîn ku jinên di sektora çandiniyê de, ji bo rakirina malzemeyan li pişta kamyonetek ku hatiye çêkirin rêwîtiyê dikin û da zanîn ku ev rewş dibe sedema qezayan.  

Hayat Al-Attar diyar kir ku di demên dawî de di qezayekê de 4 jin birîndar bûne û destnîşan kir ku ji ber şikestinên ku li gelek cihên bedena wê çêbûne hatine emeliyatkirin. Hayat Al-Attar anî ziman ku qezaya ku çêbû li Tûnisê ne ya yekem e û bi bîr xist ku li gorî Îstatîstikên Forumê ji sala 2015’an heta niha 55 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dane.

‘Divê hukumet û saziyên girêdayî wê di pêkanîna zagonan de bi biryar bin’

Hayat Al-Attar amaje bi wê yekê kir ku karkerên di sektora çandiyê de kar dikin ji bo kamyona ku ji bo karkeran bibe bîne tu qanûnek tune ye û wiha got:

“Piştî weşandina qanûnê, piştî 5 salan li eyaleta Bizerte kamyona ku 63 kes tê de bûn qeza kir. Li Sidi Bouzid di nav de jin, zarok û ajokarê kamyonê jî di qezayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesên malbatê jiyana xwe ji dest dan. Piştî qezayê di sala 2019’an de qanûna hejmar 51 derket. Foruma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê, der barê pêkanîna zagonan de got ku divê hikumet û saziyên girêdayî divê di pêkanîna zagonê de bi biryar bin.”

‘Me xebatek di çarçoveya 13 eyaletan de meşand’

Hayat Al-Attar da zanîn ku der barê bûyera li eyaleta Bizerte de hikumet beriya mehan 10 ruxsad daye û wiha got: “Ji bo malzemeyan hilgire, kamyonek 63 kesan digre. Weke Foruma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê, beriya du salan xebatên sahayan dest pê kir. Xebatên me, bi sernavê ‘Di sektora çandiniyê de jinên ku di xebitin û polîtakayên berdewam dikin’ berdewam kir. Di çarçoveya xebatên me yên 13 eyaletan de, kokên tên şikestin, sedemên ji kûrahiyê, di sektora çandiniyê de keda jinan teşxîskirina rastiya heyî, me bal kişand ser pêşniyarên çareseriyê.”

‘Ji sedî 78’ê jinan rastî her cure tundiyê tên’

Hayat Al-Attar destnîşan kir ku di nava çareseriyên hatine pêşniyarkirin de, bi giştî der barê hêza kar, sîstema hiqûqî û mewzuat, mafên di sektora çandiniyê de dixebitin, mafên jinan, parastina civakê, gihandin û di mijarên mafên civakî de divê li ber çavan were derbaskirin cih digre û wiha got: “Bi tesbîtên ku me di dosyayê de kirin, karkerên di sektora çandiyê de û rewşa jinên karkerên çandiniyê me ferq kir ku şikestinek heye. Ew komên ku herî zêde rastî tundî û kedkaxwariyê hatine ne. Rewş bi giştî weke aborî tundî ye, dema rastî tundiya zayendî û gotinan tên, ji sedî 78’ê karkerên jin rastî her cure tundiyê tên, ji sedî 19 jî rastî tundiya zayendî, ji sedî 64 jî rastî tundiya gotinî hatine me piştrast kir.”

'Tenê ji sedî 8 jinan xwedî temînata civakî ne'

Her wiha Heyat El-Ettar amaje bi wê yekê kir ku ji sedî 92’ê beşdarên lêkolîna qadê ne xwediyên temînata civakî ne û got: “Derketiye holê ku tenê ji sedî 8 ji wan xwedî temînata civakî ne. Ev jî nîşan dide ku zengilên alarmê dê werin lêxistin. Ji bo kesên ku bê parastin rastî qezayan hatinê jî; rewşa wan di warê ewlekariya civakî de dê pir zehmet be û di zûtirîn demê de çareserî pêwîst e. Li gorî lêkolîna Wezareta Çandiniyê ya di navbera salên 2017 û 2018’an de, nêzî 521 hezar û 630 karkerên jin di sektora çandiniyê de qeydkirî ne û piraniya wan bê ewlekariya civakî ne, ev jî karesat e. Ev hejmar jî nîşan dide ku di bingeha sektorê de karkerên jin hene."

'Ji sedî 8 zarokên ji 12 salî biçûktir in'

Heyet El-Ettar têkildarî komên temen ên karkerên çandiniyê agahî da û wiha pê de çû “Em ji jinên ciwan heta pîr û zarok hema bibêje hemû koman dibînin,. Lêkolîna me nîşan da ku ji sedî 8 zarokên di bin 12 saliyê de ne. Ev binpêkirina hemû peymanên navneteweyî û qanûnên neteweyî ye. Di bûyera Sabala ya sala 2019’an de zarokên 14-15 salî û jinên ji 60 salî mezintir cih digirtin."

'Divê çavdêrî bên zêdekirin'

Heyat El-Ettar bal kişand ku rêjeya xwendin û nivîsandinê ya kesên ku di sektora çandiniyê de dixebitin kêm e û malbat bi taybetî li gundan ji ber bêkarî, rewşa aborî, civakî û paşvemayînê ji bilî çandiniyê tu îmkanên din ên kar bikin nabînin. Heyet El-Ettar diyar kir ku piraniya kesên di sektora çandiniyê de dixebitin ji gundan tên û jin jî ji bajaran koç dikin û wiha bi dawî kir “Îro pêwîst e cotkar bi mafên xwe bên xurtkirin û pêdiviyên ku dê rewşê baştir bikin bên dayîn. Pêwîst e çavdêrî di sektora çandiniyê de bên xurtkirin da ku maf neyên binpêkirin û li dijî her cure îstîsmar û mêtingeriyê derkevin."