Li Fîlîpînê erd şemitî 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Duh bi şev li herêmeke çiyayî ya li başûrê Fîlîpînê erd şemitî. Ji ve rewşa ku ji ber baranê qewimî de, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Di şeva 6'ê Sibatê de li herêmeke çiyayî ya li başûrê Fîlîpînê erd şemitî. Li herêmeke çiyayî ya li başûrê Fîlîpînê ji ber baranê erd şemitî. Du otobus û gelek mal bi şev di binê axê de man.

Li gundekî madenê yê li eyaleta Davao de Oro ya li girava Mîndanoyê, ji ber şemitîna erdê 5 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, diyar kirin ku lêgerîn û hewldanên rizgarkirina 20 kesên di du otobusan de asê mane, berdewam dikin.

Di daxuyaniya Apex Mînîngê de, hat ragihandin ku di otobusê de karkerên madena zêde hebûne lê hejmara wan nehat eşkerekirin.