Li herêma erdhejê bûyerên gurî û spî zêde dibin

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bal kişand ser zêdebûna nexweşiyên gurî û spî yên li herêma erdhejê û diyar kir ku divê nexweş û kesên heman hawîrdorê jiyanê bikartînin, di heman demê de bên tedawî kirin.

Navenda Nûçeyan – Zehmetî û pirsgirêkên ji ber erdheja ku di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereşê pêktên, berdewam dike. Di van mehên ku germahiya hewayê zêde dibe de li herêma erdhejê bûyerên gurî û spî jî zêde dibin.

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) di parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal de bal kişand ku li herêma erdhejê bûyerên gurî û spî ketinê zêde bûne. TTB'ê hişyarî da ku ji bo ji nexweşiyê were parastin giringî bidin hijyêna şexsî û paqijiya jingehê, bi kesên gumanê nexweşiyê re têkili neyê dayîn û eşyayên ku rasterast bi laş re dikevin têkiliyê bi hevpar neyê bikaranîn.

Divê ji bo tedawiyê demil dest serî li bijîşkê were dayîn

TTB’ê diyar kir ku ji bo tedawiyê divê demildest bi bijîşkê were dayîn û wiha got: “Nexweş û kesên di heman hawîrdorê de dijîn divê di heman demê de bên tedawî kirin. Cil û berg, çarşef, havlû û tiştên wekî wan ên ku bi laş re dikevin têkiliyê, divê di germahiya zêde de werin şûştin û utîkirin an jî kel ûpelên herî kêm 72 saetan di turikên plastîk de werin sekînandin.

'Ji ber karasetê dê xetereya nexweşiya gurî zêde bibe'

Seroka Şaxa Tenduristiya Gel a TTB'ê Gamze Varol, bi awayekî dimen behsa gurî û nîşaneyên wê kir. Gamze Varol dest nîşan kir di van çend salên dawîn de li Tirkiyeyê nexweşiya gurî ketinê gelekî ketiye rojevê û wiha axivî: "Lê em pêşbînî dikin ku ji ber karesata me jiyan dikir, dê xetereya nexweşiya guriyê zêde bibe."

'Îhtimala ji mirovan derbasî mirovan bibe heye’

Gamze Varol, da zanîn ku nexweşiya gurî îhtîmala ku ji ber tibarbûn, şert û mercên stargeh, qadên jiyanê yên komî û nebûna paqijiyê ji mirovekî mirovekî din bibe û wiha got: "Ev nexweşî bi rastî jî navê ku ji rewşa gurî bi akarên xwe ji laş derbas dibe û di çermê mirovan de timar dibe, tunelan vedike û di laşê mirovan de jiyîn e.”

'Di dema karasetê de parastin hinek zehmet e'

Gamze Varol, diyar kir ku parastina ji nexweşiya gurî pêkan e, lê di demên karasetê de parastina wê hinekî zehmet e û der barê nîşaneyên vê nexweşiyê de wiha got: "Li cihên ku mirov bi hev re dijîn, nîşaneyên bi taybetî xwirîna beşên hundir ên laş, beşên hundir ên lîng û mil, bi taybetî xwirînên bi şev zêde dibin û sorbûn û çêdibe. Em dixwazin welatiyên me yên nîşaneyên wan ên bi vî rengî hene, bila serî li saziya tenduristiyê ya herî nêz bidin. Ger em bi kesekî nexweş re têkiliyek deynîn, pekane ku em serî li saziyek tenduristiyê bidin û tedawiya vê yekê bikin.”