Li Helebê avahiyeke 5 qatî hilweşiya

Li Taxa Şêx Meqsûd a ku Kurd lê dijîn avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Ji 14 kesên ku heta niha ji bin xirbeyan hatin derxistin 12 kes jiyana xwe ji dest dan.

Heleb – Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şêniyên wê Kurd lê ne, avahiyek 5 qatî hilweşiya. 

Hate diyarkirin ku avahiya li Kolana Merûf a Taxa Şêx Meqsûd a ku 7 malbat lê diman, bi şev saet di 02.15’an de hilweşiya. Hat diyarkirin ku herî kêm 30 kes di bin xirbeyan de mane, der barê sedema hilweşîna avahiyê de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin kavilên avahiya hilweşiyayî de dewam dikin. Ji 14 kesên ku heta niha ji bin xirbeyan hatin derxistin 12 kes jê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecîr hatine girtin, ji kesên ku di avahiyê de jiyana xwe ji dest dane 5 jê zarok û 5 jî jin in.

Navê 4 kesên ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de wiha hat gotin: “Yûsif Carûr (2 sal û nîv), Hemîda Carûr (8), Cemal Carûr (7) û Ridwan Mihemed (55)”.

Ji ber êrîşên çeteyan avahî derbên giran girtibûn

Taxa Şêx Meqsûd a ku niştecihên Helebê lê zêde ye û taxa Eşrefiye ya li kêleka wê, di navbera salên 2012-2016’an de rastî êrîşên hovane yên Cebhet El Nûsra û DAIŞ’ê hatin. 2016. Di sala 2011’an de ji ber êrîşên li ser her du taxên ku nifûsa wan nêzî 800 hezar kes in, koçberî Efrîn û Kobanê bûn. Lê bi hezaran welatiyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan û Misilman taxên xwe neterikandin û li dijî êrîşên çeteyan bi şervanên YPG, YPJ û Cebhet El Ekrad re Şerê Gel ê Şoreşgerî bi pêş xistin.

Li her du taxên ku di dawiya sala 2016’an û destpêka sala 2017’an de bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin, beşeke girîng a avahiyan ji şer derbeyên giran xwarin û hin ji wan jî nekarin bên bikaranîn.

Nêzîkî 200 hezar şêniyên Efrînê dijîn

Şêx Meqsûd û her du taxên ku Meclîsa Gel a Eşrefiyê bi rêve dibin, piştî dagirkirina Efrînê ya 18’ê Adara 2018’an careke din koçberî heremê bûn û hejmara rûniştvanên wan 200 hezar derbas kir.

Beşek ji şêniyên Efrînê yên ku koçberî van taxan bûne, ji ber ku ti derfetên wan ên din tunebûn, neçar man avahiyên ku zirar dîtine bi kar bînin.

Du pitik ji ber ambargoya Şamê jiyana xwe ji dest dan

Li taxa Şêx Meqsûd a ku zêdetirî 3 meh in ji aliyê rêveberiya Şamê ya Sûriyeyê ve bi ambargoya sotemenî, derman û xwarinê re rû bi rû ye, ji ber nebûna mazotê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di 2’ê Çileya 2023’an de Wisam Sîdo yê ku bi malbata xwe re ji gundê Qurbetê yê navçeya Şera ya Efrînê bû û li taxê dijiya, ji sermayê jiyana xwe ji dest da û di 4’ê Çileya 2023’an de jî pitika 17 rojî ya bi navê Hisên Ebdullah Kîbar ji ber xwînrêjiya pişikê ya ji ber sermanê jiyana xwe ji dest da.