Li Hatayê di konteynirê de agir derket

Li Hatayê di konteynîra ku mexdûrên erdhejê lê diman de agir derket. Di encamê de tu windahî çênebû, 2 konteynir di asta ne bikaranînê de ye.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya navenda Hatayê ya Antakyayê şev li konteynirê şewat derket. Kesên dîtin şewata ji konteyna ku tê îdiakirin wekî jêr zemîn dihat bikaranîn bilind dibe, bi xortum û bîdonan xwestin mudaxeleyê şewatê bikin.

Agirê ku bi lez bilind bû derbasî malbatek  mexdûrên erdhejê bû. Şewata ku li herêmê bû sedema tirs û fikaran ji aliyê îtfaiyeyê ve hat vemirandin. Di şewata ku windahî çenê bû ziyanên madî heye. Hat diyarkirin ku ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêkolîn hat destpêkirin.