Şêniyên Qamişlo êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk ên ku duh li dijî avahiya Federasyona Gaziyan pêk anîbûn, şermezar kirin.

Qamişlo- Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Duh piştî nîvro  balafireke bê mirov yên dewleta Tirk, avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc girt. Îro bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek girseyî li dar xistin û êrîş şermezar kirin. Meş bi tevlîbûna bi dehan şênî û hemû Rêxistin û dezgehên jinan ji çerxerêya Şehîd Nûbar Ozaniyan dest pê kir û li pêşiya avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestiya.

‘Kes nikarê vîna me bişkîne’

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Koordînasyona Kongra Star Şaha Xelîl wiha axivî: “Êrîşa dewleta Tirk ku duh pêkanî êrîşekî hovane li beramberî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê li beramberî şerê DAIŞ’ê sekinîn û parçeyek ji canê xwe dan.”

Şaha Xelîl herî dawî ji birîndaran re şîfa xwest û wiha bi dawî kir: “Ji bo hemû qanûnên navnetewî û mafên mirovan dewleta Tirk van qanûnan binpêdike û êrîşî Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta Tirk ji ber ku di siyaseta xwe ya hundirîn de û ya ji derve de têk çûye, êrîşan pêk tîne. Lê wê tu carî nikaribe vîna me bişkîne. Em herî dawî şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava’’ bi dawî bû.