Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a ku winda bû hat dîtin

Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a ku ji 9'ê Sibatê ve li Êlihê winda bû hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a ku li Taxa Petrolê ya Êlihê ji 9’ê Sibatê ve winda bû hat dîtin.

Cilên Rojvelat Kizmaz di 11'ê Sibatê de li nêzî Bendava Hesenkêfê ji aliyê malbata wê ve hatin dîtin. Piştî lêgerînan Rojvelat Kizmaz mirî hat dîtin.

Birayê mezin ê Rojvelat Kizmaz Rojnameger Mehmet Kizmaz ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û derbarê windakirina xwişka xwe de ev tişt gotibû:

“Tevî ku me di 9'ê Sibatê de windabûna xwişka xwe  ji midûriyeta polîsan û polîsên parêzgehê re ragihandibû jî, heta roja îro malbata min ji polîsan yek jî telefon negirtiye. Em 3 rojan li her kolanên Êlihê geriyan. Tevî ku me ji polîsan re ragihandibû ku dibe ku roja windabûna xwişka min çûbe Heskîfê, îro me bi xwe zanî ku xwişka min çûye Heskîfê. Diviyabû polîs û cendirmeyên navçeya Hesenkêfê ji me re ragihîndana , me îro bi xwe ji wan re ragihand. Piştre me bixwe li kiraxa Dicle û Heskêfê geriya. Me cilê xwişka xwe li ber kêleka avê dît. Daxwaza me ya ji bo keştiya lêgerînê dest bi lêgerîna avê bike wekî 'kaptan li derveyî navçeyê ye' hat bersivandin. Çawa ji nişka ve keştiya lêgerînê piştî dîtina cilên xwişka min çêbû.”