Li girtîgeha Amolê gef li jinan tê xwarin

Du girtiyên siyasî yên li girtîgeha jinan a Amolê bi telefonê ku bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku di çend rojên borî de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi dayîna madeyên hişbir gef li wan tên xwarin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên jinan Merziye Ziyadî û helbestvan, werzîşvan û yek ji çalakvana berê ya xwendekaran Şûra Fikrî li girtîgeha jinan a Amol a li bajarê Mazenderanê tên girtin bi riya telefonê bi malbatên xwe re axivin, diyar kirin ku di çend rojên borî de yek ji girtiyên bazirgana madeyên hişbir her dem serdana beşa girtiyên siyasî dike zoriyê li wan dike û dixwaze nakokiyan derbixe û destnîşan kirin ku ji aliyê dem û dezgehên emniyetê ve gef li girtiyên siyasî tê xwarin.

Gefan li girtiyên siyasî dixwe

Girtiyên din jî piştrast kirin û ev kes gefan li girtiyên siyasî dixwe û tevî hişyariyên berpirsyarên girtîgehê jî vê yekê berdewam dike, ji ber ku li gorê mercên niha yên girtiyên siyasî yên di girtîgeha Amolê de desthilatdar û dadwerî ji ewlehiya wê û rasterast ji asayîşa girtîgehê berpirsyar in.

Helbestvan, werzîşvan û çalakvana berê ya xwendekaran û xwendekara beşa aborî ya zanîngeha Mazenderanê Şûra Fikrî ev demeke ji ber serhildanên li qadan ji aliyê hêzên emniyetê ve bi tundîtûjî û lêdanê hat girtin.

Her wiha çalakvana mafên jinan û berpirsa kampanyaya ‘Ne ewlehiya jinan’ Marziye Ziyadî, piştî girtinê di rewşek nebaş de ye.