Li Geliyê Kersê yê Şengalê parkek ji bo jinan tê çêkirin
Li quntara çiyayê Şengalê, li Geliyê Kersê cihê ku bi hezaran keç û jinên Êzidî di fermanê de berê xwe danê û xwe lê xilas kirin parkek ji bo jinan tê çêkirin.
Şengal-Piştî fermana sala 2014’an rêveberiya xweser a Şengalê hat ragihandin û sazî û dezgehên wê hatin avakirin. Şaredariya gel a Şengalê jî bi sîstema hevserokatiyê birêve diçe di nava van 9 salan de pir xebatên girîng dan meşandin. Jinên ku cihê xwe di nava şaredariyên gel ên Şengalê de digrin di nava salên derbasbûyî de pêşengî ji gelek kar û xebatên girîng ên şaredariyê re kirin. Çêkirina parkan, çandina daran û hwd. yek ji karên ku ev salek e tên kirin e.
Jinên ku cihê xwe di şaredariyê de digrin bi alîkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Munezema Aştî projeya vekirina parkekê ji bo jinan salek berê li Geliyê Kersê yê di navbera Serdeşt û navçeya Sinûnê de dan destpêkirin. Park wê bi navê Dayê Erzan bê vekirin. Yek ji dayikên ku çeteyên DAIŞ’ê ew qetil kirin û cenazeyê wê tevî mala wê şewitandin bû. Di nava parkê de cihê avjeniyê, xwendin û qehwexane tên çêkirin. Armanc bi avakirina parkeke bi vî rengî ji bo çanda civakbûnê dîsa pêşxistin û kombûna jinan a li gel hev e. Di heman demê de teşwîqkirina xwendinê ya keçên ciwan û jinan e. Heta niha hezar darên ku piraniya wan ên fêkiyan in hatine çandin. Cihê avjeniyê hatiye çêkirin û dest bi çêkirina avahiya pirtûkxaneyê û qehwexaneyê hatiye kirin. Karê parkê hê jî berdewam dike.
‘Projeya parkê li ser navê Dayê Erzan e’
Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Siba Şêx Xidir Elmas Nayif di serî de bal kişand ser projeya parkê, karên ku hatine kirin û tên kirin, da zanîn ku yên di fermanê de êş kişandin jin bûn ji bo wê jî projeya wan di serî de ji bo hemû jinan e û wiha got: “Projeya me saleke hatiye destpêkirin li Geliyê Kersê yê di navbera Serdeşt û navçeya Sinûnê de ye. Heta niha dar hatine çandin, hewza avê hatiye çêkirin û kar berdewam dike. Ev cara yekem e ku karekî wisa hatiye kirin. Cihê kêfxweşiyê ye ji bo me ku bi desteka Munezema Aştiyê me dest bi karekî wiha kir. Projeya me li ser navê Dayê Pîrê (Dayê Erzan) hatiye destpêkirin. Di fermanê de çeteyên DAIŞ’ê Dayê Erzan di malê de şewitandin û piştre mala wê jî şewitandin. Mixabin di fermanê de herî zêde jin hatin qetilkirin û êşên giran kişandin. Li ser vî esasî me girîng dît em ku projeyek wiha li ser navê jinan bidin destpêkirin. Bibe hêzek ji bo ku jin êdî xwe ji dijminan biparêze.”
‘Aliyê xweş ê vî karî ew e ku li ser navê hemû jinan e’
Elmas diyar kir ku aliyê xweş ê karê wan ew e ku bi bi fikrên jinan li ser navê wan çêdibe û wiha got: “Di nava vê projeya me de hewz jî heye. Qehwexane û pirtûkxane tên çêkirin. Proje salek e hatiye destpêkirin û karê wê hê jî berdewam dike. Îro pêwîst e her kes destekê bide jinan. Jinan ji êşê dûr bixin û her jinek çi ji destên wê tê ji bo xwe û ji bo civaka xwe bike. Pêwîst e ji bo keç û jinên Êzidî yên ku heta roja îro di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne em karekî bikin û wan xilas bikin. Projeya me pir girîng, xweş û bi hêz e ji ber ku li ser navê jinan em karekî wiha dikin.”
‘Xwendin ji nan û avê girîngtir e’
Elmas behsa çêkirina pirtûkxaneyê û girîngiya cihekî wisa ji bo jinên Êzidî kir û wiha got: “Pirtûkxane cihekî pir girîng e. Tevî qehwexaneyê, ji bo kesên ku bên bixwînin, dikarin çayê yan qehweyê û hwd. li kêleka xwendinê vexwin. Xwendin ji bo her mirovan pir girîng e. Bi taybetî ji bo civaka me pir pêwîst û girîng e. Mixabin di nava civaka me de û bi taybetî di nava keç û jinan de xwendin pir kêm e. Xwendina pirtûkan weke nan û avê ji bo mirovan girîng e. Ji bo wê jî me pêwîst dît bi riya vê pirtûkxaneyê em her kesê teşwîqî xwendinê bikin. Cara yekem e ku tiştekî wiha li ser navê jinan li Şengal tê çêkirin. Wê deriyê vê pirtûkxaneyê ji bo her kesê û bi taybetî ji bo jinan heta dawiyê vekirî be. Pir pirtûkên li ser fermanê, çîrokên ku di fermanê de hatine jiyîn û hwd. dê li vê pirtûkxaneyê ji bo xwendinê hebin.”
‘Çiyayên me pîroz in’
Elmas Nayif bal kişand ser cihê ku park lê ava kirine û da zanîn ku aliyê wê yê xweş ew e ku li Geliyê Kersê ye û nêzî çiyayan e û wiha got: “Ev der cihekî pir xweş e, nêzî çiya ye û çiyayên me pîroz in. Em çiyayên xwe gelek pîroz dibînin ji ber ku di dema fermanê de me xwe li van çiyayan girt. Ji bo wê jî me girîng dît em li nêzî çiya cihekî wiha ava bikin. Avahiya ku tê çêkirin 3 qat e. Ya herî jor jî ji bo rûniştinê, vexwarina çay e, qata duyem jî ji bo xwendinê ye û ya herî jêr jî wê qehwexaneya taybet bo kesên ku dixwînin be. Gelek tişan di nava xwe de dihewîne û cihekî girîng e.”
‘Her darek koka jiyana azad e’
Elmas diyar kir ku çandina daran ji nûveavakirina jiyanê ye û wiha got: “Heta niha me hezar dar çandine. Darên hejîr, tirî, fisteq û hwd. çandina daran li Şengalê xwedî girîngiyeke mezin e. Bi çandina her darê jiyana nû em ava dikin. Piştî fermanê dar li Şengalê hatin çandin, aboriya wê û hwd. bi pêş ket. Li cihekî keskahî tunebe ew der pûç e. Lê belê li cihekî ku keskahî hebe bêhna mirovan lê vedibe. Çandina van hezar daran ji bo me weke jinûveavakirina jiyanê ye. Cihgirtina jinan di nava şaredariyê de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku pir karên girîng ên civakê şaredarî dike. Civak jî qîmeteke mezin dide şaredariyan ji ber ku jiyana nû ava kir. Tu li cihekî jiyanê bidî avakirin tu dikarî bi rehetî cihê xwe di nava wê jiyanê de bigrî. Ev jî karê şaredariyê ye. Ji bo wê jî me pêwîst dît em daran li vir biçînin.”
‘Em hêvîdar in dê jin bêhneke azad li vir bikşînin’
Hevseroka Şaredariya Gel a nevçeya Siba Şêx Xidir Elmas Nayif di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêwîst e her kes daran biçîne ji ber ku di çanda civaka Êzidî de keskahî girîng e û wiha got: “Bangewaziya min ji her mirovê re ew e ku cihê lê be, Bila daran û keskahiyê biçîne. Di civaka me de dar û keskahî pir girîng in û civaka me pir bi van ve girêdayî ye. Ez zarok bûm û heta ku mezin jî bûm navbera min û keskahiyê pir xweş bû. Ji ber ku tiştekî xweş e û girîng e em biçin cihekî û keskahiyê bibînin bêhna mirovan lê vebe. Li vir hezar dar bi destên jinan hatin çandin. Felsefeya jin jiyan e bi vî rengî tê teyisandin. Cihê jin lê hebin jiyan lê tê avakirin. Bi hêviya ku jinên dîl rojekê bên nava van daran û nefesek azad bikşînin. Parka me nêzî çiya ye li Geliyê Kersê ye, cihekî xweş e û girêdana me ya bi çiya ve dide diyarkirin. Piştî fermanê jinan xwe di her milî de birêxistin kirin û xwe birêve dibin. Ji bo her şahî û moralê baş, civaka me ya Şengalê berê xwe dide Geliyê Kersê ji ber xweşiya wê. Cihekî pîroz e di dema fermanê de bi hezaran kesan xwe li vî geliyê girtin û parastin. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku em jin di şaredariyê de projeyên xwe bi pêş bixin û cihên wiha ava bikin.”