'Di têkoşîna dijî şîdeta dîjîtal de kêşeya herî eşkere tespîtkirina sûcdaran e'
Di sempozyoma ku li Yemenê ku bi sernavê ‘Di ronahiya şer de, rastiya jinên Yemenê, firsand û zehmetî’ hatî li darxistin de, di têkoşîna li dijî tundîyê de, zehmetiya herî li ber çav, tespîtkirina nasnameyên kiryaran e.
RANİA ABDULLAH
Yemen - Li Yemenê bi mijara ‘Di ronahiya şer de, rastiya jinên Yemenê, firsand û zehmetî’ sempozyomek hate li darxistin. Sempozyom bi awayek online hate lidarxistin. Di sempozyomê de tundîya dijîtal a derbarê jin û zarokê keç de û di qadên şer de jinên ku tundiyê dibînin û derbarê xwegihandina xizmetên tendirûstiyê de lêkolîna ku hatî kirin li ser mekaleyên wê nîqaş hatin kirin.
‘Di pêvajoya têkoşîna li dijî tundiya dijîtal kêmanî tên jiyankirin’
Lêkolîner û endama biloga ‘Oglen’ Nabila Daada diyarkir ku xebatên saziyan ên ku li dijî tundiya dijîtal a li ser jin û zarokên keç kême û wiha got: “Di pêvajoya darazandina jinên ku rastî tundiya dijîtal hatin de, di pêvajoyên komkirina daneyên pê bawer de, di pêvajoya parastina veşartinê de gelek kêmanî tên jiyankirin. Ji bo jinên ku rastî tundiya dijîtal hatin, nayê zanîn ku ka wê xebatek çawa were meşandin.”
‘Zehmetiya herî berbiçav tesbîtkirina nasnameyên kiryara ne’
Nabila Daada di axaftina xwe a derbarê tundiya dijîtal makaleyên ku di lêkolînan de tên weşandin de da zanîn ku di mekaleyên mijara gotinê de di têkoşîna li dijî tundiya dijîtal a ser jin û zarokên keç tesbîtkirina nasnameya kiryar û cihên wan yek ji zehmetiyên herî berbi çave. Nabila Daada îşaret bi giringiya ku di makaleyan de li dijî tundiya dijîtal de avakirina hişmeniyê û bal kişand ser kêmaniya alîkariya civakî.
‘Metnên aşkere ên ku tundiya dijîtal sûc dihesibîne’
Nabila Daada derbarê jin û zarokên keç ên Yemenê ên ku rastî tundiya dijîtal hatine hinek dane parvekir û wiha got: “Li walîtiyên Aden û Ibb hêjmara ên ku rastî tundiya dijîtal hatine zêdeyî 30’ane. Di zagona Al- Yamni metnên aşkere ên ku tundiya dijîtal sînordar nakin û weke sûc dibînin nîne.” Nabila Daada di mekaleya lêkolînê de ji bo têkoşîna tundya dijîtalê de cih digrin ev pêşniyar kir:
“Di makalayên lêkolînê de, divê ji bo têkoşînkirina li dijî sicên sîber, divê polîsên jin werin erkdarkirin, divê dozger di mijara derbarê eleqederbûna belgeyên dijîtalê de werin perwerdekirin, divê zagonên weke suc werin hesabkirin û şantaja elektronîk û di mijara parastina zagon û bihêzkirinê de, çareseriyên cûda û pêşniyar derbixin holê. Wezareta Edaletê, wezareta karê hindir, bi saziyên civaka sivîl de di nava hevkariyê de û dayîn û standina zanyariyan gelek giringe. Divê jin û zarokên keç li dijî tundiyê werin hişyar kirin. Jin û zarokên keç ên ku rastî şantaja dijîtalê hatine divê fonek hevpar werin amadekirin û belgekirin. Divê torên alîkariyê werin avakirin û divê hemû curên piştgiriyê werin dabinkirin. Divê li dijî metirsiya tundiya dijîtal bernameyên perwerdê di civakê de bixin meryetê.”
‘Nêvenga şer, xwegihandina xizmeta tendirûstiyê tê astengkirin’
Aktivîsta civakê Dalia Muammadî derbarê jinên ku di nêvengên şer de tundî dîtine pirsgirêkên ku di xwegihandina xizmetên tendirûstiyê de di lêkolînên din ên mekalayan de hatine kirin nirxandin kir. Dalia Muhammad diyarkir ku di xwegihandina xizmeta tendirûstiyê de pirsgirêkên ku tên jiyankirin tundiya li dijî jinê zêde kiriye û wiha got: “Bi taybet piştî dirûşme teqiya, êşên jinan zêde bû. Ji ber nêvenga şerê li Yemenê jin neçar man ku koçî qampan bikin û ji ber şert û mercên ne tendirûst ên li wêderê jin gelek pirsgirêkên tendirûstiyê jiyan dikin.”
Rehab Hayalan destnîşan kir ku li Yemenê li dijî şerê navxweyî hewldanên di pêvajoya aştiyê de divê yekbin û got: “Berdewamiya tifaqan û ji bo berdewamiya wê, ji bo jin bejdarî pêvajoya aştiyê bibin ji Taiz û Aden, li bilokên Wahaj û Noun jinan xebat dan meşandin.”
‘Divê piştgiriya hewldanên ku bi dawî kirina şer bê kirin’
Di sempozyomê de di nîqaşên ku hatîn kirin de hate bi bîrxistin ku divê piştgiriya hewldanên ji bo bi dawîkirina şer bên kirin û da zanîn ku divê zext li Husiyan werin ku biryarên ku azadiya jin û zarokên keç sînordar dikin rawestînin. Di sempozyomê de hate diyarkirin ku di şer de divê herdû alî rêzê li hiqûqa navnetewî bigrin. Divê pilana salane a stratejik a jinan were amadekirin, şopandin û hat xwestin ku bixin nava pêvajoyên nirxandinê.