‘Divê demildest deng bidin daxwazên rawa yên girtiyan’

Parêzera OHD Gîzem Mîran da zanîn ku girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê dixin hucreyên yek kesî û hinek girtî tên darbkirin û got: “Divê demildest deng bidin daxwazên rewa û hiqûqî ên girtiyan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê  dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê kete roja xwe a 16’an. Di çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurdistanê re Çareserî’ çalakiya ku di 27’ê Mijdarê de hatî destpêkirin, wê heta 15’ê Sibata 2024’an berdewam bike. Hevseroka Şaxa Amedê ya Komeleya Hiquqê parêzer Gîzem Mîran serdana girtîgehên ku destbi çalakiya greva kirine kir û derbarê rewşa dawî a girtiyan de ji ajansa mere nirxandin kir. Gîzem Mîran da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan bi çalakiyên greva birçîbûnê re hê zêdetir bûye.  

‘Sedemê bingehîn ên binpêkirinan, polîtakayên ewlehiyê ên dewletê ne’

Gîzem Mîran destnîşan kir ku li girtîgehan her roja ku diçe zext zêde dibin û gelek binpêkirin hate jiyankirin binpêkirinên ku mafê wan ên jiyanê xesp dikin hene û sedemê herî bingehîn polîtakayên ewlehiyên ên ku dewletê ava kiriye. Gîzem Mîran bal kişand ser xwenegihandina mafê tendirûstiyê ên girtiyan, nêzîkatiyên xirab, cezayên disiplinê ên keyfî û quralên ku çavdêriya astengiyên tahliyekirin û binpêkirinên ku tê jiyankirin û got: “Girtiyên ku ev şert û merc qebul nekirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.”

Gîzem Mîran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêkneanîna  siyaseta demokratîk, di heman demê de derbarê pirsgirêka Kurd de ne anîna çareseriya aştiyane, îro bandorê li her qada jiyanê dike. Cardin di destpêka van sedemên bingehîn de divê tecrîd lê were zêdekirin. Her ku tecrîd kûr dibe, dijberbûna civakî zêde dibe, binpêkirinên li girtîgehan jî zêde dibe. Mixabin ev binpêkirinên mafan gihaye asta lutkeyê. Divê pêvajoya ku tecrîd ev 33 mehe bê navber berdewam dike girtî cardin; Bi daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasî û demildest bi dawîkirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.”

‘Divê bêyî dereng bibe deng bidin dengê girtiyan’

 Gîzem Mîran bi bîrxist ku ji ber gavên aştiyane ên ji derve nehatin avêtin, girtî neçarî vê rêbazê bûne û wiha got: “Mixabin derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de em xwedî hafizayekê ne. Di salên bûrî de bi heman daxwazê, girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ji bo dengê girtiyan bigihêje  derve û ji bo îfadekirina xwe ev rêbaz bi karanîn. Pêvajoyên greva birçîbûnê gelek caran pêvajoyên ku me bi fikar lê temaşe kirine. Di asta mafê jiyanê ê girtiyan tê binpêkirin de ye, di rewşek ku dawî li jiyana wan were dene. Me encamên wê ên xirab di berê de dît in. Ji bo carek din ev rewş dûbare nebe em vê dibêjin; Divê demildest deng bidin daxwazên rewa û hiqûqî ên girtiyan. Divê ev daxwaz rayedar ên civakê binirxîn in û gavên demokratk bavêjin.”

‘Girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine xistin hucreyan’

Gîzem Mîran amaje bi wê yekê kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re weke OHD serdana girtîgehan kirine û da zanîn ku binpêkirinên ku li girtîgehan heye bi çalakiya greva birçîbûnê re hê zêdetir bûye û girtiyên ku ketine çalakiya greva birçîbûnê dixin hucreyên yek kesî û tên darb kirin û got: “Bi armanca ku ev pêvajo bi awayek tendirûst pêşbikeve em tên ba hev û xebat didin meşandin. Di vê xalê de em serlêdanan jî digrin. Di serdanên me ên girtîgehan de, mixabin em bûn şahidê nerêniyên ku hatine jiyankirin. Piştî ku girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin me zanyariyên ku xistin hucreyên yek kesî, rastî nêzîkatiyên xirab tên û li hinek girtîgehan tên darb kirin. Ev binpêkirin her roj zêde dibe. Derbarê vê de me li cihê wê tesbît kirin, derbarê van binpêkirinan de emê raporek berfireh amade bikin.”

‘Daxwaz rewa û hiqûqî ye’

Gîzem Mîran destnîşan kir ku daxwazên girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine rewa û hiqûqiye û îfadekir ku di civaka navneteweyî de îşkence û nêzîkatiyên xirab hene û divê demildest dawî li tecrdê were anîn. Gîzem Mîran bibîrxist ku ji bo daxwazên girtiyan divê hê dereng nebûye gav werin avêtin û got: “Divê desturê bê dayîn malbat û parêzerên birêz Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din ku li girtîgeha greva Îmralî dimîne hevdîtinê pêkbînin. Ne malbat ne jî parêzer derbarê wan de tu agahiyekê nagrin. Gelek caran pevajoyên hiqûqî bêyî agahiya parêzeran tên pêkanîn. Cardin zanyariyên pêwîst ên ku parêzer îtiraz bikin nadin. Di xala ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna hevdîtinan de gelek serlêdananên me çêbûn. Lê belê heta niha di serlêdanên me kirin de me bersîvek negirtiye. Em hemû civakê daxwazî li beramberî tecrîda girankirî rawestin dikin.”