Li Filistînê têkildarî sûcên zayendî daxwaza komîteyên lêkolînê hat kirin

Tora Civaka Sivîl a Femînîst a Ereb, metirsiyen xwe yên têkildarî sûcên zayendî yên jinên Filistînê rû bi rû dimînin anî li ser ziman û xwest komîteyên lêkolînê yên kûrewî bên avakirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Civaka Sivîl a Femînîst a Ereb, têkildarî fikarên xwe yên der barê daxuyaniya dawî ya Yekîniya Jinê ya NY’ê ya têkildarî rewşa Filistîn û Îsraîlê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Yekîniya Jinê ya NY’ê di daxuyaniya xwe de balkişandibû li ser êrîşan û hatibû diyar kirin der barê êrîşên li dijî jinan de heta niha tu agahî, belge, delîl û lêpirsîn tune ye.

Tora Civaka Sivîl a Femînîst a Ereb, di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Yekîniya Jinê ya NY’ê di tevahiya 50 rojên derbasbûyî de, hertim piştgirî da bangên lêkolînek serbixwe û bêalî ya têkildarî li ser îdiayên destdirêjiya zayendî û tacîza zayendî. Lê belê di daxuyaniyê de hate diyar kirin ji bilî ku rayedarên Îsraîlî ji bo meşandina lêkolîneke bi vî rengî hevkariyê red dikin, berê gelek komîteyên lêkolînê yên navneteweyî yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine wezîfedarkirin, red kirina meşandina vê lêkolînê jî ne mijara gotine ye. Lêpirsîna sûcên li dijî jinên Filistînî tên pêkanîn û ji ber vê yekê redkirina Îsraîlê ya meşandina lêkolîneke serbixwe, tiştekî ku hemû kesên dixwaze edaletê pêk bîne û kiryarên binpêkirinan berpirsyar bigre ye.

Di lihevkirinê de, der barê îdîayên tundiya zayendî ya li ser bingeha zayendiya civakî de lêpirsînek serbixwe û bêalî tune ye. Di tevahiya meha Cotmehê de gelek bûyerên tundiya zayendî ya li ser bingeha zayendî ya civakî hatin jiyîn. Lê belê di daxuyaniya ji aliyê Yekîniya Jinê ya NY’ê hat kirin de, hat diyar kirin ku guman û îdia nehatine îspatkirin û ‘li gorî nêrîna wê ni armanca siyasî ye’. Saziya ku esasê wê parastina mafên jin û zarokên keçan e, bi weşandina vê daxuyaniyê, derket derveyî erk û prosedûrên xwe.

‘Divê hemû sazî şermezar bikin’

Tevî ku Yekîniya Jinê ya NY’ê bi salane daxuyaniyên têkildarî tundiya zayendî ya ji aliyê gardiyanan ve tê pêkanîn jî di nav de, gelek bûyeran belge kir jî, tu daxuyaniyên ku tundiya zayendî ya li ser bingeha zayendî ku jinên Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve rastî tên şermezar dike neda. Girtiyên ku di van rojên dawî de hatin berdan û Neteweyên Yekbûyî, di mijara tundiya zayendî li ser jinên Filistînî, lêgerînên fizîkî yên jinan biçûk dixin û lêgerîna tazî ya li ser 4 jinên Filistînî ku ji aliyê Îsraîl ve li xala kontrolê ya ku bi navê xala kontrolê ya Şuafat tê zanîn tê pêkanîn de, hişyarî nedan. Em diyar dikin dema li girtîgehên dagirkeriyê di dema girtin û lêpirsînê de li ser jinan tundiya fîzîkî tê bikaranîn, gefa tecawizê ya ji aliyê leşkeran jî curek tundiyê ye. Bi taybetî Yekîniya Jinê ya NY’ê divê hemû rêxistinên navneteweyî bên şermezar kirin.

‘Divê peyman li berçav bên girtin’

Em bizanebûna asta zextên Yekîniya Jinê ya NY’ê rû bi rû dimîne, em di wê baweriyê de ne ku divê jin ji bilî girêdanbûna rojeva jinê, li gorî hiqûqa navneteweyî, hiqûqa mirovahî ya navneteweyî û hiqûqa sûc a navneteweyî tev bigerin. Divê peymanên aştî û ewlehiyê yên li ser esasê parastina jinan a di rewşên pevçûn û kedkariya biyanî bên berçav girtin.

‘Em daxuyaniya NY’ê şermezar dikin’

Em her cure tundiya zayendî ya li ser bingeha zayendiya civakê şermezar dikin. Em piştgirî didin bangên lêkolînên serbixwe û bêalî û daxuyaniya Yekîniya Jinê ya NY’ê ku vegotinên Îsraîlê yên ku bi delîlan nayê piştgirî kirin, wekî amûrek şer ji nû dike şermezar dikin. Em bang dikin ji bo Yekîniya Jinê ya NY’ê erka xwe ya parastina jinan a beyî cudakiriyê bi cih bîne, civînek fermî ya ji aliyê nûnertiya Dîrektora Îcrayê ve were birêvekirin ku girtiyên jin ên rastî tundiya zayendî, devkî û fizîkî tên jî di nav de jinên Filistinî bi zindî werin guhdarîkirin, bê pêkanîn. Em dixwazin ji bo şandina komîteyên lêkolînê yên kûrewî yên derbarê sûcên zayendî û sûcên qirkirinê yên ku li Zîvala Xeza û Şerîeya Rojava yên ji ber dagirkeriyê hatine pêkanîn, hewldanên navneteweyî bên piştgirî kirin û ji bo bilezkirina lêpirsîna ku ji hêla Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve li ser van sûcan tê meşandin zext bê kirin.”