Greva birçîbûnê didome: Divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin!

Jinên endamên PM’ê yên DBP’ê der barê grevên birçîbûnê yên li 104 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dikin de axivîn, destnîşan kirin ku daxwaza girtiyan a hemû civakê ye û diyar kirin ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de, li 104 girtîgehan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dabûn destpêkirin, hefteya xwe ya ewil li pey xwe hişt. Girtiyên ku li gelek girtîgehan dest bi greva dorveger a 15 rojan kirin dê heta 15’ê Sibatê çalakiya xwe bidomînin. Malbatan xwestin dawî li polîtîkayên tecrîdê bên anîn, diyar kirin ku ew xwedî li çalakiya girtiyan derdikevin û ji bo bidawîanîna grevê banga demildest pêkanîna hevdîtinan kirin.

Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re diaxivin armanca çalakiya xwe vedibêjin û ji raya giştî piştgiriyê dixwazin, diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên cih wê çalakiya xwe didomînin. Jinên endamên PM'ê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên ku me der barê mijarê de hevdîtin bi wan pêk anî, diyar kirin ku beriya pêvajo xerabtir bibe divê gavên pêwîst bên avêtin. Jinan jî diyar kirin ew ê bi çalakiyên xwe yên li derve pêk bînin, bibin dengê girtiyan û li hikûmetê banga rakirina tecrîdê kirin.

'Daxwaza wan daxwaza hemû civakê ye'

Endama PM'ê ya DBP'ê Yasemîn Uçer, diyar kir bi tecrîdê re civak di nava kaos û polîtîkayên şer de ketiye rewşeke ku nikare bêhnê bigre û li girtîgehan li dijî vê kaosê gavên çareseriyê avêtine. Yasemîn Uçer, bi bîr xist ku divê ev berpirsyarî li derve jî bê girtin û destnîşan kir ku divê hemû partiyên muxalîf û parêzvanên mafên mirovan bêdeng nemînin. Yasemîn Uçer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Greva birçîbûnê ya ku hat destpêkirin, li dijî pergala rêveberî û bêhiqûqiya welat serhildanek e. Hem li girtîgehan hem jî li Îmraliyê polîtîkaya tecrîdê ya giran tê meşandin. Ev polîtîka di van demên dawî de zêdetir bûye. Berpirsyariya vê pêvajoyê careke din girtiyan dan ser milên xwe lê em jî dikarin dawî li van xitimandinan bînin. Ger di vê pêvajoyê de tecrîd bi dawî nebe û pêvajo neyê derbaskirin, wek berê dê dîrok xwe dubare bike. Divê mekanîzmayên dewletê, muxalefet û rêxistinên girseyî yên civakî demildest bikevin lêgerîna çareseriyek. Daxwazên girtiyan mirovî ne. Divê ev pirsgirêk demildest were çareserkirin."

'Divê gavên çareseriyê bên avêtin'

Yasemîn Uçer, diyar kir ku daxwaza girtiyan îro daxwaza hemû civakê ye û wiha got: “Em her pêvajo li qadan diyar dikin ku divê tecrîd bê rakirin. Divê demildest gavên ku polîtîkayên kîn, hêrs û asîmîlasyonê yên di navbera mirovan de bi dawî dikin, bên avêtin. Girîng e ku girtiyên nexweş û siyasî yên girtîgehan bên berdan û ji bo çareseriyê bi lezgînî tiştên pêwîst bên kirin. Daxwaza girtiyan îro daxwaza hemû civakê ye. Em vê daxwazê ​​her dem tînin ziman. Ger em li Rojhilata Navîn aştî û çareseriya armanc bikin, gava ewil a vê yekê dê bidawîbûna polîtîkayên tecrîdê pêk were.”

'Heta tecrîd neyê rakirin gavên bên avêtin dê çareseriyê misoger nekin’

Yasemîn Uçer, herî dawî ji raya giştî re banga hevgirtin û têkoşînê kir û wiha axivî: “Em ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan û dawîanîna li grevê, bi hemû hêza xwe xebatên xwe bidomînin. Em ê pêvajoyê bi gel re bişopînin. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê çareserî çênebe. Ji bo avakirina aştiyê divê xebat bên meşandin.”

'Ji bo jiyana wekhev û azad divê tecrîd bê rakirin'

Endama PM'ê ya DBP'ê Guvercîn Aras, bertek nîşanî berdewamkirina polîtîkayên tecrîdê da. Guvercîn Aras, bi van gotinan di mijara dawîanîna tecrîdê de bang li berpirsyaran kir: “Li ser birêz Abdullah Ocalan Tecrîdeke giran heye. Bi mehan e, ne parêzerên wî ne jî malbata wî nikarin hevdîtinê pêk bînin. Wek jinên Kurd armanca me ya herî mezin misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Ev tecrîd ji bilî kaos û şer tiştekî din ji bo civakê nayne. Ji bo gel bi awayekî wekhev û azad bijî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin."

'Divê em rola sereke bilîzin'

Guvercîn Aras diyar kir ku ew ê li her derê piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin, da zanîn ku ji bo vê yekê xebatek danîne pêşiya xwe û wiha got: “Niha li girtîgehan grevek birçîbûnê dest pê kiriye. Divê em li hemberî vê pêvajoyê bêdeng nemînin û ji derve deng bidin girtîgehan. Em xwedî li vê greva birçîbûnê derdikevin. Ji bo em bibin dengê girtiyan, em ê di nava hewldanan de bin. Divê gelê me jî piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Tevî hemû şert û mercên zehmet jî girtiyên li girtîgehan vê berpirsyariyê girtin ser xwe. Em jî dema di şert û mercên baştir de bin divê girtiyên xwe tenê nehêlin. Divê em di vê pêvajoyê de li pêş bin û weke jin rola pêşeng bilîzin. Dawîanîna vê çalakiya birçîbûnê, di destên me de ye. Divê em jî ji bo vê yekê bixebitin û têkoşînê mezintir bikin."