Îsraîl bi balafiran êrîşî du dibistanên ku Filistînî lê diman kir

Îsraîlê bi balafiran êrîşî 2 dibistanên li Xezayê kir. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 50 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Piştî agirbesta demkî ya li Xezayê, Îsraîlê bi balafiran êrîş bir ser Dibistana Şehîd Esed Seftawî ya li navçeya Derecê û dibistana Selahedîn a girêdayî Ajansa Alîkarî û Karûbaran a Alîkariya Penaberên Filistînî ya Netewên Yekbûyî ya Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ku Filistînî lê dimînin. Li gorî encamên destpêkê 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahiya ku li WAFA’ya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê hat dayîn, artêşa Îsraîlê li bajarê Deyr Balaha Xezayê jî êrîşî mala malbata Hattab kir. Sivîlên ku di êrîşan de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê ya bajêr. Di êrîşê de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan. 

Wezareta Tenduristiye ya Filistine li Xezaye ragihandibû ku hejmara Filistiniyên ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin derketiye 15 hezar û 899’an.