Li Etiyopyayê 'Qralîçeya piyanoyê' jiyana xwe ji dest da

Li Etiyopyayê bestekar û piyanîst Emahoy Tsege Mariam Gebru, di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Bestekar û piyanîst Emahoy Tsege Mariam Gebru li Etiyopyayê wek "Qralîçeya Piyanoyê" dihat naskirin, di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Jiyana hunermend a li giravên tenha yên Bakurê Etiyopyayê bi meşa lingên tazî ji aliyê hemû kesan ve wekî awarte hat dîtin. Piyanîstê ku perwerdeya muzîka klasîk a rojavayî girt her wiha ji îlahî û awazên kevneşopî yên Xirîstiyanên Ortodoks jî bi bandor bû. Rexnegir Kate Mollison ji bo hunermed diyar kir ku divê bi jêhatiya xwe ya muzîkê ya bêhempa navê wê bi piyanîstên navdar ên cîhanê re were bibîranîn.