Ji jina Efrînî û 4 zarokên wê sê meh in tu agahî nayê girtin
Îstîxbarata dewleta Tirk jinek ji Kurdên Efrînê ku ji ber dagirkeriyê koçberî Tirkiyeyê bûbû bi zarokên wê re revandin û sê meh in çarenûsa wan nediyar e.
Şehba-Malbateke Kurd a ji Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta tirk ku hatibû Tirkiyeyê, li wê derê jî ji îstîxbaratê rizgar nebû. Li gorî agahiyan piştî ku Îdrîs Musa ji gundê Çeqmaqa biçûk ê girêdayî navçeya Recoya Efrînê ji aliyê komên çete ve rastî zextan hat koçberî Tirkiyeyê bû, piştî salekê zarok û hevjîna xwe jî bir gel xwe. Li gorî agahiyan di dawiya sala 2022’yan de Îdrîs Mûsa ji bo debara jiyanê çûye Ewropayê. Piştî çûyîna wê hevjîn û çar zarokên wê ji aliyê îstîxbaratê ve hatine revandin.
Navê endamên malbatê wiha ne: Hevjîn Dîcle Cemal Bekir 1-1-1993 ji dayik bûye û ji gundê Merweniyê jêrîn ê navçeya Şiyê ye.
Zarok Mariye Idrîs Musa di 17-08-2011’an de ji dayik bûye, Merwan Idrîs Musa 7-09-2013 ji dayik bûye, Mihemed Elî Idrîs Musa 20-06-2015 ji dayik bûye û Mîra Idrîs Musa 28-02-2021 ji dayik bûye û ji gundên Çeqmaqa biçûk ên navçeya Reco ya Efrînê ne.
Ji Îdrîs xwestin birayê hevjîna wî bi îstîxbarata tirk re hevkariyê bike
Di dawiya sala 2022'an de hevjîn Idrîs ji Tirkiyeyê berê xwe da dewletên Ewropayê ji bo debara jiyana malbata xwe bike lê hevjîna wî tevî zarokan li Tirkiyeyê man. Piştî du mehan îstîxbareta Tirkiyeyê hevjîna Îdrîs û 4 zarokan wî girtin û birin Emniyeta Stenbolê û piştre agahî ji wan nehat girtin. Piştî demekê agahî hat ku çete bi Îdrîs re axivîne û gotine ger tu malbata xwe dixwazî bila birayê hevjîna te bi navê M.C.B ê ku li kantona Şehbayê dimîne bi wan re hevkariyê bike û li dijî hêzên Kurd bixebite wê demê dê malbatê serbest berdin.
Ev kiryarên ku dewleta tirk li hember sivîlan dikin tevî ku sûcên şer in û divê hesab ji wan û ji dewleta tirk bê xwestin jî tiştek nayê kirin. Her wiha hevjîn Idrîs Musa bang li saziyên hiquqî, sivîl û raghandinê yên navneteweyî kir ku zextê li dewleta tirk a dagirker bikin da ku çarenûsa malbata xwe hîn bibe û serbest bên berdan.