Avjîn Aktop: Rêwîtiya hundir a Jin Jiyan Azadî pir bi qîmet e
Avjîn Aktop a 18 salî ku ji Amedê ji Zanîngeha New Yorkê re bi temamî qebûl girt, diyar kir ku di serlêdana xwe ya ji bo zanîngehê de behsa xwepêşandanên Jîna Emînî yên li Îranê kiriye, rêwîtiya hundir a "Jin Jiyan Azadî" çiqas bi qîmete kiriye.
Amed- Avjîn Aktop û Gul Karen Aça ku li Amedê heman dibistanê hevalên polê ne, dê ji niha û pê ve li zanîngehên ku bi bursên temam ên li derveyî welat qezenç kirine, bixwînin. Avjîn Aktop a ku li Zanîngeha New Yorkê hat qebûlkirin û Gul Karen Akça ya li 9 zanîngehan hat qebûlkirin, ji rojnameger Nevşîn Mengû re axivîn.
'Ez dixwazim li ser aboriyek bi bingeha Rojhilata Navîn bixebitim'
Avjîn Aktop a 18 salî da zanîn ku difikire beşa aborî bixwîne û piştre jî ya siyasetê û bi van gotinan sedema hilbijartina beşa aboriyê eşkere kir: “Ez ji rewşa welatê xwe pir bi bandor bûm û bi taybetî ji ber zêdebûna dolar. Ez dema biçûk bûm jî pir eleqedar dibûm. Lê herî zêde ne borsa, li ser zanista aboriyê pere çawa tê xebitandin pir li xweşa min diçe. Ez bi taybetî jî dixwazim li ser aboriyek bi bingeha Rojhilata Navîn bixebitim.”
'Xeyalên me pêk hatin’
Avjîn Aktop anî ziman ku riya wê ber bi serkeftinê ve dibe gelekî zehmet e û wiha got: “Divê rê bi hev re were meşandin. Niha pêkanîna vê hevpeyvînê ewqas pir bi qîmet e. Tê bîra min ku em heta çarê şevê bixebitîn, hevpeyvînan bidin û qonaxa din a jiyana xwe xeyal dikir. Ji ber ku niha ev xeyal pêk hat em pir kêfxweş in.”
'Min behsa rêwîtiya xwe ya hundirîn a Jin jiyan azadî kir'
Avjîn Aktop a ji ber zû ji Zanîngeha New Yorkê hat qebûlkirin, serlêdanên xwe yên li zanîngehên din paşve kişand, bi van gotinan tiştên di serîlêdana xwe ya ji bo Zanîngeha New Yorkê de têkildarê hedefa xwe de nivîsand, vegot: "Min ji Zanîngeha New Yorkê re got 'ger hûn min qebûl bikin, ez ê teqez werim li wir.' Ji ber vê yekê piştî ku ez hatim qebûlkirin min hemû serlêdanên xwe paşve kişandin. Beriya qebûlkirinê min ji wan re (bi taybetî niha hûn jî li Îranê dixebitin, pir baş dişopînin) behsa xwepêşandanên Jîna Emînî kir. Jin Jiyan Azadî di rêwîtiya xwe ya hundirîn de çiqas bi qîmet e.”
'Welatê me dê ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve were em ê jî vegerin'
Avjîn Aktop, da zanîn ji ber ku li kampusa Zanîngeha New Yorkê bibe perçeyek çandên cur be cur digre gelekî kêfxweş e û wiha got: “Ji ber ku li wir zêdetirî 135 ziman tên axaftin. Ez jî dê li wir bim.”
Avjîn Aktop, diyar kir ku bavê wê mamoste, dayika wê jî hemşîre ye û zaroka duyemîn a malbatê ye û wiha axivî: “Em hemû di nava malbatê de demên me yên taybet hene. Pêvajoya serîlêdana zanîngehê pir zehmet bû lê piştre em bi malbatî li şûna ku her şev li rêzefîlman temaşe bikin, pirtûk dixwînin. Pirtûkên ku dixwînin ên din jî dixwînin. Tiştê ku me xwendiye em bi hev re nîqaş dikin. Ez difikirim ku vê yekê pir bandorê li ser min kiriye. Bavê min modela min a rol e. Baş e ku di jiyana min de heye. Mirovê ku fêrî min kir sînor tenê di mejiyê me de ne ew bû, her dem piştgirî da min.”
Avjîn Aktop li hemberê gotinên Nevşîn Mengû ya "Vegerê ji bîr nekin", wiha got: "Helbet. Dê bi mirovên bedew re welatê me ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve here. Em ê jî vegerin."
Ji 9 zanîngehan bûrsa tam girt
Gul Karen Aça ya 18 salî ya ku bi Avjîn Aktop re hevalê rêfe ye jî da zanîn ku ji 9 zanîngehan bûrsa tam hatiye qebûlkirin lê hê jî biryar nedaye ku dê biçe kîjan zanîngehê. Gul Karen Aça, anî ziman ku ew ê biçe Harvard an jî Stanfordê û wiha got: “Ez dixwazim Norozanîst bixwînim. Sedema ku ez dixwazin vê beşê bixwînim ew e ku min hîs kir hem di asta civakê de hem jî di asta takakesî de li her derê xebtaa mêjî dibînin. Hem di travmayên nav nifşan de û hem jî bi bingeha norolojîk a ku em in, bala min dikşîne.”
'Bi rastî jî bi tena serê xwe pir zehmet e’
Gul Karen Aça, diyar kir ku di vê pêvajoyê de bi Avjîn Aktop re her dem pirsgirêkan çareser kirine, beşdarî pêşxistina projeyan bûne û der barê serkeftinên xwe de wiha axivî: “Bi taybetî di vê pêvajoyê de me hewl da em xwe û hev nas bikin û me her tiştî bi hev re kir. Ji ber ku bi rastî jî bi tena serê xwe pir zehmet e. Dema ku em li vir tiştekî vedibêjin her dem her kes nikare piştgiriyê bide lê dema min zehmetî dikişand Avjîn hebû. Ez difikirim ku me bi hev re pêk anî.”
‘Tevî çavkaniyên zanistê jî leza pêşketina ket’
Gul Karen Aça têkildari pêvajoya serlêdana zanîngehan agahî da û wiha axivî “Pêvajoyeke pir hişk bû. Destpêke agahiyên bingehîn dixwazin. Hin etîketan dipirsin. Piştre jî em tevli ezmûnan dibin. Bi taybetî ezmûnên Emerîkayê. Ya sêyemîn jî êdî tişta herî zêde girîngî tê dayîn, xebatên ku me heta niha meşandiye û nameyên taybet ên ku me ji dibistanan re şandine. Ango di nivîsa Stanfordê de pirsgirêk wiha hebû, 'Li gorî we pirsgirêka herî mezin a niha ya mirovî rû bi rû dimîne çi ye?’ Min jî behsa zanista ku em niha texmîn dikin di nav qalibên hin zêdetir de ye û tevî ku qet nîne çavkanî heye jî leza pêşketinê hin pir ketiye. Berê pêşketinek domdar û rêgezek hebû. Min behsa vê yekê kiribû.”
'Ez li ser çima mirov wiha ne gelek wext derbas bikim’
Gul Karen Aça da zanîn ku bi mirovan re gelek wext derbas dike û wiha axivî: “Dema ku ez dibêjim wext derbas dikim, ango der barê çima wiha ne de wext derbas dikim. Eleqeya min a norozanîst jî ji wir tê. Min bi gelek komên civakî yên cuda re xebitî. Koçber, zarokên kêmderfet an jî mirovên ji neteweyên cuda, xwecihiyên Emerîkî û mirovên ji deverên cuda yên Tirkiyeyê re axivîm. Li gorî min ez bi van têkiliyan re nêrîna xwe bi pêş dixim.”