Li Elmanyayê faşîstan êrişî 2 zarokên keç kirin

Hat ragihandin ku li bajarê Grevesmühlen ê eyaleta Mecklenburg-Vorpommern a Elmanyayê komeke ji nêzî 20 ciwanan pêk dihat, li dijî du keçên ciwan ên Ganayî êrîşeke nijadperestî pêk anîn.

Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Rostockê de hat destnîşankirin ku li Grevesmühlenê 2 zarokên keç ên Ganayî yên 8 û 10 salî ne rastî êrişa komeke ji 20 kesî hatine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keça 8 salî derb li rûyê zaroka keç a 8 salî hatiye xistin, komê bi dê û bavên zarokên ku hatine cihê bûyerê re jî şer kiriye û bavê zarokan jî birîndar bûye. Hate diyarkirin ku kesekî ku heta niha nasnameya wî nehate zanîn dema ku ji herêmê derdiket bi gotinên biyanî heqaret li wan kir.

Serokwezîra Eyaleta Mecklenburg-Vorpommern Manuela Schwesig, di daxuyaniya xwe ya li ser X’ê de anî ziman ku zaroka keç a 8 salî ya di êrişê de birîndar bûye di emrê keça wê de ye û got: “Divê em destûr nedin ku nefret û kişkişandin civaka me bi jehrî bike û tundî gef li zarokên me bixwe.”