Li Efrînê Zeynep Mihemed hate revandin

Li Efrînê hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ev cara 5’an Zeynep Mihemed Guluşo ya 57 salî revandin.

Navenda Nûçeyan-  Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê-Efrînê ragihand ku li Efrînê hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk jina bi navê Zeynep Mihemed Guluşo 57 salî  li gundê Mabetlî ya girêdayî Efrînê cara 5’an revandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li gorî çavkaniyên herêmî, Zeynep Mihemed Guluşo ya 57 salî beriya niha 4 carên din hatiye revandin û piştî dayîna fideyê hatiye berdan. Lê belê niha aqûbeta Zeynep Mihemed Guluşo ne diyar e.