‘Li Efrîna dagirkirî mafê jiyanê tê binpêkirin’

Cîgira Desteya Jin a herêmên Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên der barê binpêkirin û kiryarên dewleta tirk li Efrînê de got: “Li Efrîna dagirkirî mafê jiyanê tê binpêkirin.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 18'ê Adara 2018'an ve roja ku dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê herêma Efrîn dagirkirine û heya roja îro kiryar û binpêkirinên wan li ser welatiyan didome. Bi sed hezaran welatiyên resen ên herêmê ji ber neqebûlkirina dagirkeriyê li ser axa xwe koç bûn û berê xwe dan herêmên Şehba û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di heman demê de gelê ku li Efrînê man jî bi zext û kiryaran re rûbûrû dîmînin. Ev binpêkirinên ku tên jiyîn li Efrîna dagirkirî rastî û heqîqeta siyaseta dewleta tirk a der heqê tunekirina gelê Kurd de nîşan dide.

Herî kêm hezar jin hatine revandin, 96 jin hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn Sûriyeyê ji pênc salên dagirkirina Efrînê de zêdetirî 8 hezar û 695 kes hatine revandin, zêdeyî 667 kes hatine kuştin. Bêtirî hezar jin hatine revandin, 96 jin hatine qetilkirin di nav de 8 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha destdirêjî li ser 72 jinan ji aliyê çeteyên dagirker ên dewleta tirk ve hatine kirin. Li kêleka van kiryaran jî li Efrînê zewaca bi darê zorê û bi taybetî zewaca di temenê biçûk de bi pêş ketiye. Kiryarên dagirkeriyê ji van bilançoyan zêdetir e.

Ji talana xwezayê heyanî guhertina demografîk

Kiryar û binpêkirinên li dijî welatiyên herêmê yên resen têra dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê nekir lewre berê xwe da xweza, dîrok û nasnameya Efrînê talan kir. Dewleta tirk a dagirker zimanê Tirkî li şûna zimanê Kurdî li herêmê ferz kir, di heman demê de navê gund, bajar û navçeyan ên resen jî guherand. Navê navçe û gundan tên guhertin û li şûna wan navên bi Tirkî tê danîn. bi armanca tunekirina nasname û dîroka herêmê guhertinên demografîk li heremê tê kirin, li şûna gelê resen malbetên çeteyan bi cih dikin û avahiyên mêtingeriyê li wir ava dikin. Li kêleka van kiryaran jî xwezaya Efrînê para xwe ji binpêkirinên dagirkeriyê û çeteyên wê girt. Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê zêdetirî 372 hezar û 500 dar bi berhem û çiyayî hatine birîn û êzingên wan li sûkan hatine firotin, zêdetirî 13 hezar û 500 dar jî hatine şewitandin, her wiha zêdetirî 59 cih û girên dîrokî ku nasnameya herêmê radigihînin hatin wêrankirin, zêdetirî 28 gorên olî hatin hilweşandin.

Der barê kiryar û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, Cîgira Desteya Jin a herêmên Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên ji ajansa me re axivî.

Siyaseta guhertina demografiyê

Hêvîn Hisên bal kişand ser roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê ku kiryar û binpêkirin tên kirin li wê deverê û wiha dest bi gotinên xwe kir: "5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibe. Rojane û bênavber kiryar û binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser welatiyên herêmê didomin. Li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve adet û kevnşopiyên herêmê, nasname, navên gund û navçeyan hatine guhertin ev jî guhertina demografîk e.”

Polîtîkayên asîmîlasyonê

Hêvîn Hisên a bal kişand polîtîkayên asîmilasyonê ya li Efrînê tê meşandin wiha pêl da axaftina xwe: “Bi ferzkirina zimanê Tirkî dixwazin ziman û hebûna Kurdan ji holê bên rakirin. Zextên ku dewleta tirk a dagirker li Efrînê dide meşandin armanc ew e ku  welatiyên resen ên mane jî berê xwe bidin koçberiyê û ji cih warên xwe koçber bibin ji bo ku bi rehetî dewleta tirk herêmê li gorî xwe ji nû ve ava bike û malbetên çeteyan li şûna wan bi cih bike mirov, xweza û dîrok li Efrînê rastî êrîşên qirkirinê tên. Rojane welatî di îşkence, qetilkirin û revandinê re derbas dibin. Hemû cureyên êşkenceyê li ser wan tên meşandin ji bo ku terka ziman û nasnameya xwe bikin."

‘Armanca me têkbirina dagirkeriyê ye’

Hêvîn Hisên teqez kir ku heya ji destên wan were wê hemû kiryarên dagirkeriyê li Efrînê bi belge bikin û ji cihên pêwendîdar re bişînin heya ku bigihîjin armanca xwe ya têkbirina dagirkeriyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em jinên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin heya em dikarin em ê hemû kiryar û binpêkirinên li Efrînê tên meşandin bi belge û îsbat bikin. Em li pey doza xwe ne ji bo ku dagirkeriyê têk bibin û vegerin welatê xwe. Em ê her dem dengê xwe li dijî kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk bilind bikin."