Li Efganistanê bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin

Jinên Efganistanê ji aliyê Talîban û piştgirên Talîbanê ve her roj tên qetilkirin, mirina bi guman a zêde bûye jî weke ‘întihar’ dikevin qeydan.

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan- Li gel kontrolkirina Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve, li welat qetilkirina jinan jî zêde bû. Bi taybetî jinên ku bi hinceta ku li gorî qurala hîcaba bi zorê tevnegeriyane tên binçavkirin û piştre bi awayek guman jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Bêdengiya saziyên navneteweyî li dijî tiştên ku Talîban dide jiyîn berdewam dike. 

Li Efganistanê bûyerên di çapemeniyê de derketin û di dawiya meha Çile û Sibatê de hatîn jiyîn wiha ne:

*Di 20’ê Çileyê de li navçeya Sabrî ya Host jinek ji aliyê mêre ku pê re zewicandî bû ve hat qetilkirin.

*Di 21’ê Çileyê de li bajarê Mezar-i Şerî yê eyaleta Faryab zarokek keç a 17 salî hat qetilkirin. Hat zanîn ku hewl dane wê zaroka keç bi zorê bidin zewicandin.

*Di 1’ê Sibatê de li navçeya Babajî ya wîlayeta Helmandê kesê bi navê Abdulganî di êrîşa bi çek a li ser malekê de keça malê ya 13 salî ya bi navê Esam Ganî qetil kir.

*Di 3’ê Sibatê de li herêma 7’emîn a bi ewle Mezar-i Şerîf li wilayeta Belhê, kesên bi çek êrîşî mala Manorşah Heydarî ya 79 salî kirin. Di êrîşê de hevjîna Manorşah Heydarî ya 62 salî û keça wî ya 41 salî Shakila Heidarî û kurê wî yê 26 salî Mehboob Shah Heidarî hatin qetilkirin.

*Di 3’ê Sibatê de li navçeya Îmam Sahîb a wilayeta Kunduz, mêrek, birayê xwe û hevjîna wî û du zarokên wî qetil kir.  

 *Di 6’ê Sibatê de li navçeya Nurgram a wîlayeta Nuristanê di êrîşa li ser malbatekê de jinek û zarok û hevjînê wê hatin qetilkirin. Di êrîşê de mêrek birîndar bû.

*Di 6’ê Sibatê de li navçeya Şirin Tagab a wîlayeta Faryab, jina bi navê Nesîme ya 18 salî hat qetilkirin.

*Di 6’ê Sibatê de li wîlayeta Belh cenazeyê jinek ciwan ku dihat gotin ji aliyê Talîbanê ve hatiye kuştin hat dîtin.

*Di 10’ê Sibatê de li navçeya Dand Ghorî ya eyaleta Baghlan mêrekî hevjîna xwe qetil kir.

*Di 11’ê Sibatê de li navçeya Almar a eyaleta Faryabê jinek ciwan a 18 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku jina ciwan rastî tundiya di nava malê de hatiye, sedema mirinê wê weke ‘întihar’ ket qeydan.

*Di 15’ê Sibatê de li herêma 315 ya Hayehane ya Kabîlê jinek pîr, dema zextên Talîban bihîst ji tirsa krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.