'Li dijî tundiya aborî divê hişyarî bê kirin'

Jinên ku tevî hemû astengiyan di nava jiyana aborî ya li başûrê Kurdistanê de cih digirin, daxwaz kirin ku li dijî tundiya aborî xebatên bilindkirina hişmendiya civakî bên kirin.

ŞİNYAR BAYİZ

Silêmanî – Jin di her qadê jiyanê de rastî tundiyê tê yek ji wan qadan jî qada aboriyê ye. Jinên ku li dijî vê tundiyê têdikoşin bi bidestxistina pîşeyekê tevlî jiyana xebatê dibin. Em bi jinên ku xeyalên xwe yên xebatê li Herêma başûrê Kurdistanê pêk anîne re axivîn.

'Divê jin li pey xeyalên xwe bin'

Endama Sendîkaya Tevin û Dirûtinê Fenk Celal diyar kir ku 10 sale ew wek pîşewer kar dike. Fenk Celal, diyar kir ku divê jin li pey xeyalên xwe bin û got ku jin bi jiyana xwe ya xebatê dikarin xwe xurtir hîs bikin û got: "Divê jin rê nedin ku ti astengî li pêşiya wan bigire.”

Fenk Celal destnîşan kir ku di şert û mercên îro de bi têra xwe qîmet nadin jinan, di her qadê de rastî tundiyê tên û çav li wan tê girtin û wiha got: “Ji ber vê yekê pir girînge ku jin xwedî aboriya xweser bi dest bixe. Divê jin ji bo bihêzkirina aboriya xwe ya serbixwe hewl bidin.”

‘Mêr li ber karkirina jinan dibin asteng’

Karsaz Kowestan diyar kir ku divê jin li hember hemû astengiyan jî karê xwe bi xwe bide avakirin û destnîşan kir ku mêr li ber karkirina jinan dibe asteng û wiha pê de çû:” Dema em meyze dikin jin bi gelek astengiyan re rû bû rû tên. Ev giştî li hember jin tundiyek e. Em bi hişmendiya serdest a mêr re rû bi rû ne ku nahêle jin bixebite yan jî ji dahata wan bêpar dihêle. Ji bo vê jî divê di civakê de û bi taybetî jî di nava malbatê de li ser pirsgirêk û tundiya li ser jinê hişyarî bê kirin.

‘Divê hişyarî bê avakirin’

Her wiha Ale Abdullah jî bal kişand ser girîngiya tevlêbûna jinan a di jiyana kar de û wiha got: “Dema jin xwedî dahatekê be, azad û bi xwe bawer e. ji ber  vê yekê rûxmê hemû astengiyan jî ji bo jin dahata xwe ya xweser bi dest bixwe divê tekoşîn bike. Divê derbarê pirsgirêkên jinan de hişyarî bê kirin. Divê jin bixebitin û kare xwe bi xwe ava bikin."