TJA li gelek bajaran starta 25’ê Mijdarê da

TJA li gelek bajaran starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê da. Jinên ku bejdarî çalakiyê bûn soza inşakirina jiyana azad dan.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran bi çalakiyên cûr be cûr starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê da. Jinên ku bejdarî çalakiyan bûne bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ diyarkirin ku wê têkoşînê bilind bikin.

Li Wanê jinan astengî derbas kir û starta 25’ê Mijdarê dan

TJA di çarçoveya li Parka Dostaniyê ya navçeya Tûşba ya Wanê bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê da. Parlamentera  HEDEP'ê ya Wanê Gulderen Varli, Platforma Jinan a Wanê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Bi jin û azadiyan ber bi 25'ê Mijdarê ve’ hate vekirin, jinan wêneyên jinên hatin qetilkirin û pankartên ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi azadiyê ve’ û ‘Jin wê vê tarîtiyê ronî bike.’ berz kirin. Beriya daxuyaniyê polîsan diyar kirin ku ji ber qedexeya walîtiyê destûr nadin jin daxuyaniyê bidin, jinan jî bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ polîsên ew astengdar kirin şermezar kirin. Dema polîsan destûr neda rojnameger dîmen û wêneyan bigirin û ew derxistin dervey parkê. Di encama berxwedana jinan de polîsan gav paşde avêtin û jinan daxuyanî da.

 Li ser navê jinan parlementera HEDEP’ê Gulderen Varli daxuyanî da.

‘Felsefeya Jin jiyan azadî îro li hemû cîhanê belav bûye’

Gulderen Varli ku bi bîranîna jinên hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku zextên mêr dewletê yên li ser beden û keda jinan roj bi roj zêde dibin. Gulderenê, diyar kir ku ew ê di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de li dijî tundiya li ser jinê bên ba hev û got, “Hikûmeta AKP’ê 21 sal in li pişt dewletê xwe veşartiye û bi hezaran jin qetil kirine. Em dizanin; Jinên ku ji aliyê çawîşên pispor û polîsan ve rastî tacîz û tecawizê hatin, bi polîtîkaya bêcezakirinê ji deriyê paş ve tên berdan. Dijminatiya li hemberî jinê çiqasî mezin e ev diyar e. Ev cenaze yên me ne. Ev kolan ên me ne. Cihên me yên jiyanê yên me ne. Heta ku ev cîhan nebe cîhanek ku tê jiyîn em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ji hemû jinan re dibêjin; Dema ku em mil bi mil û bi hev re birêxistin bin, ne tundiya mêr û ne jî tundiya dewletê wê nikaribin me bişkînin. Ji ber vê yekê em hemû jinan vedixwînin meşa xwe ya li dijî tundiyê ya 25’ê Mijdarê. Felsefeya Jin jiyan azadî îro li hemû cîhanê belav bûye. Em dibêjin hem beden û hem jî hewldan yên me ne. Ji ber vê sedemê, tundî, tacîz û tecawiza ku hûn dikin, wê ji we re nemîne. "Em ê teqez ji bo vê yekê hesab bipirsin."

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Jinan’ bi dawî bû.

Li Cizir starta 25’ê Mijdarê

TJA li Parka Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyê de ku gelek jin lê amade bûn pankartên ‘Komkujiyên jinan siyasî ne’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Hevserokatî xeta me ya binefşî ye’ hatin vekirin û dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Li ser navê girseyê aktîvîsta TJA'yê Songul Kuçuk daxuyanî da.

‘Emê piştevaniya jinan bilind bikin’

Songul Kuçuk diyar kir ku ew weke jin 25'ê Mijdarê bi berxwedana li dijî tundiya mêr-dewletê ya li qadan pêşwazî dikin û jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û destnîşan kir ku wan soza mezinkirina hevgirtina jinan a li hemberî jin, zarok û mirovên di encama polîtîkayên şe ên dewleta netewe de jiyana xwe ji dest dane dubare kirin û got: “Jinên ji çar aliyê cîhanê tên cem hev, diqîrin,  hêrsa xwe li dijî tundiya li ser jinê tînin ziman, îradeya xwe ya têkoşînê dubare dikin û li dijî çewisandina jinan têkoîna xwe mezin dikin.”

‘Em bang dikin ku jin di têkoşînê de werin ba hev’

Songul Kuçuk ji bo 25’ê Mijdarê bang li jinan kir û wiha berdevam kir: “Em dibêjin sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinê. Ji ber vê yekê em weke jin bi hev re têkoşîn û rêxistinbûna xwe bimeşînin û sedsala xwe veguherînin serdema şoreşa jinê. Li Rojhilat di şexsê Jînayê de tayek por veguherî serhildanê û li Başur jî Nagîhanê mîrasek hişt. Berxwedana Evîn û Sara ya Parîsê bû hêviya ku pergala jinên Rojava ava kirin. Em bang li hemû jinan dikin ku di pêşengiya jinan de azadiya civakî berfireh bikin û di 25’ê Mijdarê de li hev bicivin.”