'Divê jin bi jêhatîbûn û hêza xwe bawer bin'

Rana El-Kasmo ya ku li dijî zilma DAIŞ'ê neçar ma koç bike û tevî nexweşiya ku bandor li tevgera wê kiriye jî di Fakulteya Hiqûqê de bi israr e û got: “Divê jin bi jêhatîbûn û hêza xwe bawer bikin.”

SIBELIA EL-IBRAHIM

Minbic – Rana El-Kasmo ku li bajarê Minbicê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, di sala 2011’an de dest bi xwendina Fakulteya Hiqûqê ya Hesekê kir. Lê ji ber ku Minbicê di sala 2013’an de ket bin kontrola DAIŞ’ê, neçar ma xwendina xwe berde. Rana El-Kasmo derbarê wan rojan de got: “DAIŞ’ê gelek hûqûqnas qetil kirin û rewşa bajêr gav bi gav xirabtir bû. Ji ber ku em jin bûn êşa me du qat zêde bû.

'Sê sal min nekarî hereket bikim'

Rana El-Kasmo di sala 2014'an de, dema ku zexta DAIŞ'ê dewam dikir, bi nexweşiya tüberkuloz lenfadeniti dikeve. Li ser vê yekê Rana El-Kasmo ku di sala 2015’an de tevî malbata xwe ji Tirkiyeyê vegeriya bajarê Helebê yê Sûriyeyê û wiha got: “Ez vegeriyam bajarê Helebê û ji ber dermanên hatin dayîn rewşa min a tenduristiyê xerab kir. Dermanên şaş dan min û bû sedem ku sinirê min lewaz bibin. Ez di nav nivînan de mabûm û hema hema bi domdarî nikaribûm sê salan biçim û werim. Lê belê, xwişka min piştgirî da ku ez xwendina xwe bidomînim.

'Xwişka min bi min re hat'

Rana El-Kasmo ya ku ji bo vegere Fakulteya Hiqûqê ya ku di pola sêyemîn de neçar ma bêhnvedanê bigire serlêdan kir, diyar kir ku ji ber betlaneya dirêj ew di heman fakulteyê de nehat qebûlkirin lê jê re gotine wê perwerdeya xwe li şaxeke din bidomîne. Rana El-Kasmo, anî ziman ku wê motîvasyona herî baş ji xwişka xwe girtiye û wiha got: “Xwişka min ji min xwest ku serî li beşa dibistana Zanîngeha Anadolê ya Laziqiyê bidim. Xwişka min bimin re hat zaningehê zanîngehê. Wê ez hilgirtim û tevahiya salê bi min re bû.”

‘Salek maye ez fakulteya hiquqê xelas bikim’

Rana Al-Kasmo diyar kir ku ew bi hinek nêzîkatiyê civakê yê neyînî re jî rû bû rû maye û wiha  got:”  Xwestin min aciz bikin lê min qet guh neda nerînê wan. Di wê pêwajoyê de min tedawî dît û ez baş bûm.”

Rana Al-Kasmo a ku piştî ji nexweşiyê xelas dibe û dîsa derbasî fakulteya hiquqê dibe wiha axivî:

“Heskirina min ji hiquqê re bû. Ji ber vê ez dîsa wegeriyam vê beşe û heya ku belgeya xwe ya mezûnbûnê bigrim ezê tekoşîn bikim. Salek maye ez dibistanê xelas bikim. Lê meyzakirina civakê min aciz dike. Ev pirskirêk divê ez pê re rûbirû werim e. Rûxmê ku ez bi xwedî îrade, bi tendirûst û pêy  xeyalê xwe diçim jî civak fikra ez jiyana xwe berdevam bikim red dike. Ez nêzî 40 salî me lê xwendina xwe berdevam dikim. Ez gotina ku ‘Dereng mayîn ji tunebûnê baştir e’ pir bawer dikim.”

‘Divê malbat ji bo zarokên xwe bibin çavkaniya hêzê’

Rana Al-Kasmo di dawiyê de destnîşan kir ku divê jin ji hêz û jêhatîbûna xwe bawer bike divê ji bo ku xeyalê xwe pêk bîne têkeve nav hewildanê û wiha gotinê xwe bi dawî kir:” Di pêkanîna xeyalê xwe de  para herî mezin ya malbata min û bi taybetî jî xwişka min e. di rojên zehmet de alîkariya malbatê nayê jibirkirin û divê her malbat vê bike. divê malbat ji bo jinan bibe çavkaniya hêzê. Divê nebe sebebê bêhêvîbûn û dev ji daxwazên xwe berdin.