Li Qamişlo bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî şahî hat lidarxistin

li Qamişlo bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî, Ofîsa Jin a Tev-Dem ji zarokên ku di di pîşesazî û bazara sebzeyan de dixebitin çalakiyek lidarxist.

Qamişlo- Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî ya ku dikeve 20’ê mijdarê çalakiyek ji zarokên ku di ku di pîşesazî û bazara sebzeyan de dixebitin, li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Em bi hev re zarokatiya xwe û zarokan bibarêzin” lidarxist. Di çalakiyê de bi dehan zarok beşdar bûn, tê de helbest, stran hatin pêşkêşkirin û diyarî li ser zarokan hatin belavkirin.

‘Diyardeyek neyînî ya ku hişyariya mirovan hewce dike’

Hevseroka Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Ibrahîm da zanîn ku armanca wan ji dawetkirina zarokên dibistanan ew e ku zarokên ku dûrî xwendinê ketine, teşwîqî xwendin û dibistanê bibin û weha pê de çû: “Me xwest ku em bi vê çalakiyê dilê zarokan xweş bikin. Her wiha em dixwazin ku ev zarok bêtir bala wan li ser xwendinê be û bi pêşeroja xwe bifikirin. Em li dijî diyardeya karkeriya zarokan in, ev diyarde xwedî encamên neyînî ye, di heman demê de bandoreke xirab li zarokan dike. Me li ser vê mijarê lêkolînek berfireh kiriye. Pêwîst e ku malbat bêtir bal bide zarokan û wan nedin rêya karên giran, cihê zarokan dibistan e.”

Çalakî bi belavkirina diyariyan li ser zarokan bi dawî bû.