Li dijî rêgiriya li ser Şehbayê çalakî hatin li dar xistin
Li dijî rêgirî û ambargoya ku dewleta Sûriyeyê li ser kantona Şehbayê dimeşîne, şêniyên Şehbayê çalakiyan lidar xistin.

Şehba – Komîteya Perwerdeya Civakî ya herêma Efrîn li dijî ambargo û rêgiriya ku ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve li ser Şehbayê tê meşandin, daxuyanî dan. Her wiha şêniyên Şehabyê li dijî ambargoya ku di dû mehên dawiyê de hê bêhtir hatiye girankirin meşiyan û berê xwe dan bendên kontrolê yên dewleta Sûriyeyê.
Di daxuyaniya Komîteya Perwerdeya Civakî ya herêma Efrîn de mamoste û şagirtên ku ji ber ambargo û nebûna mazotê ji dibistanê bê par mane amade bûn. Daxuyanî li dibistana navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ji aliyê Berdevka Komîteya Perwerdeya Civakî Hena Kelo ve hate xwendin.
Ji ber rêgiriye 72 dibistan hatin girtin
Hena Kelo di daxuyaniyê de bal kişand li ser rêgirî û ambargoya ku li ser gelê heremê tê ferzkirin û wiha got: "Ev dorpêça ku bi temamî rê li ber derbasbûna sotemenî, derman û madeyên xwarinê girtiye. Her wiha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê jî herêm bê navber tê bombebarankirin ku dibistan û sivîl jî bi van êrişan re tên hedefgirtin. Ji ber şert û mercên dijwar ên aborî û hatina zivistanê re, Rêveberiya Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrînê ji 4’ê mehê ve ji ber kêmbûna çavkaniyên veguhestin û germkirinê girtina dibistanan ragihand. 72 dibistanên şehba û Efrînê hatin girtin û nêzî 15 hezar xwendekarên keç û xort ji mafê xwendinê bê par man.”
Hena Kelo di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovî kir ku li dijî rêgirî û ambargoyê erkê ku dikeve ser milê wan pêk bînin.
Gel ber bi benda kontrolê ya dewleta Sûriyeyê ve meşiya
Gelê Şehbayê li dijî rêgirî û ambargoyê ji çarxerêya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê heya benda kontrolê yê dewleta Sûriyeyê meşiya. Di meşê de pankertên bi nivîsên "Dorpêçî, berxwedana me lawaz nake","Siyaseta dorpêçiyê parçeyek ji siyaseta dagirkeriyê ye","Dorpêçiya we gelê Sûriyê dikuje" hatin hildan.
Piştî meş gihîşt benda kantrolê ya dewleta Sûriyeyê li ser navê gel Omer Mihemed axivî. Omer Mihemed bi bal kişandina li ser siyaset û polîtîkayên rêgirî û ambargoyê destnîşan ku ewê li dijî vê siyaseta rêgiriyê xwedî helwest bin.
Meş bi diruşmeya "Na ji dorpêçiyê re" dawî bû.