Li Dêrezorê ji bo jinan perwerdeya pîşeyî: Jin qaliban dişkînin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrazorê ya herêma Firatê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê perwerdeya fêrbûna komputerê û perwerdeya birdozî da destpêkirin.

Kewser El-Jasêm

Dêrazor – Di 8’ê Gulanê de li gundê Sawiyê ya Dêrazora rojavayê herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan perwerdeyek komputeran destpêkir. Perwerdeya teorîk û pratîkî ya ku bi beşdarbûna zêdetirî 40 jinan destpê kir, dê 30 rojan bidome.

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrezorê Suha El-Sayîd û Suzan Nejim a ku beşdarî perwerdeyê bûye nêrînên xwe anîn ziman.

‘Armanc di nav civakê de çalakkirina rola jin e’

Suha El-Sayîd bal kişand pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku jinên ciwan li Dêrezorê dane destpêkirin û da zanîn ku yek ji gavên şênber ê vê pêngavê perwerdehiyên pîşeyî yên mîna komputer, hemşîretî û dirûtina cilan e.

Suha El-Sayîd der barê armanca perwerdeyê de wiha got: “Armanca perwerdeya akîtfkirina rola jina ciwan û zêdekirina hişyariya wê di nava civakê de ye. Bi taybet piştî êrişên DAIŞ’ê yê li ser Dêrezorê di nav jinan de tirsek pir mezin da avakirin ku nekarîn ji malên xwe derkevin û ji gelek mafên xwe bêpar hatibûn hiştin. Beriya demekî Yekîtiya Jinên Ciwan perwerdeyek birdozî ji bo jinan da destpêkirin. Yek ji armancên wê perwerdeyê bilindkirina asta zanista jinan bû. Ev perwerde qeydên hişmendiya mêrsalarî ya ku beriya naskirina fikrên Netewa Demokratîk di nav civakê de serwer bû şikand. Ev yek ji hêla jinan û civakê ve hat pejirandin û bi xwe re di her aliyê jiyanê de guhertinê tînê.”

‘Pêwistiya jinan bi zanîna mafên xwe heye’

Suzan Nejim a beşdarî perwerdeyê bûye nerîna xwe wiha anî ziman: “Di perwerdeya komputer û hemşîretiyê de me waneyên pratîkî û teorîk dîtin. Ez dikarim bêjim niha ez dikarim alîkariya her kesê ku pêwîstiyan pê heye bikim. Dikarim derziyan lêdim, birînan bidûrim, paqji dikim û zexta mirovan jî dipîvim. Bi kurtî alîkareke tendrûstî di her maleke Dêrazorê de peyda dibe. Di perwerdeya komputer de jî em fêr dibin ka çawa bernameyên cuda bikarbînin ji bo em bikevin bazara kar. Me perwerdeya bîrdozî jî dît ji bo jinan bi mafên wan binasînin. Bi taybetî piştî êrişa derûnî ya jin bi dagirkirina DAIŞ’ê re jiyan kirin pêwistiya wan hê bi zanîna mafên wan heye.”

Suzan Nejim a destnîşan kir ku bi pergal û birêxistinbûnê li Dêrezorê jin hêdî hêdî di warê mafên xwe de zanist dibin û di hemu qadan de cihê xwe digrin. Suzan Nejim hêviya xwe ya ji bo berdewamkirina perwerdeyên bi vê rengê wiha anî ziman: “Em bi hêvî ne perwerdeyên dîtir ji bo berjewendiyên jinan bên lidar xistin da ku em tevlî çerxa pêşketina jinan û civakê bibin.”