‘Em ê bi xebatên xwe li pêy doza Hozan Mizgin bin’

Endamên Çand û Hûnerê ya herêma Firatê bi boneya 31'emîn salvegera şahadeta jina şoreşger û hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê bi xebatên xwe li pêy doza wê bin."

BEYDA OSMAN

Kobanê – Gurbet Aydin a ku bi navê Mizgîn tê nasîn  di sala 1962'yan li gundê Bîleyderê yê giredayî bajarê Elîhê hatiye dinê. Hozan Mizgîn di sala 1980'de tevlî tekoşîna tevgera  azadiyê dibe. bi tevlîbûna tevgera azadiyê hûnera xwe û şoreşgertî dike yek û tekoşîna xwe bi rêya şoreşê dide meşandin. Gelek berhemên li ser welat, tekoşîn û azadiya jin derdixe holê.  Hozan Mizgîn bi van berhem û şoreşgeriya  xwe bûyê yêk pêşengen tekoşîna azadiya jin.  Hozan mîzgîn bi stranê xwe heqîqeta gelê kurd anî ser ziman di stranên wê de êş, koçberî, berxwedanî, tekoşîn, hevaltî, şahadet hemû tişt di nav hevdû de vedigot ji ber ku ew di şexsê gelê Kurd de rastiya dîrokekî tanî ser ziman.

Gurbet Aydin ango Hozan Mizgîn 11 Gulana 1992’an li Tatwanê ji bo ku nekeve destê leşkerê tirk çalakiyekî canbeqşane lidardixe û  jiyana xwe ji dest dide. Piştî şahadeta Hozan Mizgin di serî de Tatwan li ser gelê Kurd bandorek mezin çêdike. Endamên Çand û Hûnera herêma Firatê Mehboba Botan û Silava Bozî bi boneya salvegera şahadeta hozan Mizgîn axivin.

‘Mîrateyek mezin li pey xwe hişt’

Hunermenda Çand û Hunera ya herêma Firatê Mehboba Botan wiha got: “Em wek endamên çand û hûnerê riya hozan Mizgîn dişopînin, stranên wê heya niha di her malekê Kurd de tê bihîstin û gûhdarkirin. Him şoreşger bû him jî stranbêj bi riya stranên û hûnera  xwe  tekoşîn dikir. Dema ku me agahî girt ku ji bo nekeve destê dijmin û teslîm nebe xwe feda kiriye ji bo me gelek dijwar bû. Ji wê demê û şûnde em stranên wê dibêjin û gûhdarî dikin. Gelek hûnermend heta roja me îro stranên wê dibejin û nûjên dikin. Dema ku stranên wê tê guhdarkirin mirov diçe gerdûneke din. Ji ber ku di riya stranên wê em têkoşîn û berxwedana li hemberî dijmin dibînin. Hozan Mizgîn mîrateyek li pêy xwe hişt, dengê xwe yê xweş ji me re hişt  ku heta roja me îro em pêy şopa hûner û dengê wê dimeşin. Daxwaza min ew e ku her hunermendeke  jin dengê wê bilind bike û li pê tekoşîn û doza wê ya watedar bin."

‘Hûnerê tekoşîna şoreşa azadiya jin neqişand’

Silava Bozî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Hozan Mizgîn berhemên bi wate li pey xwe hişt. Fikir û stranên wê mînake, ji ber ku stranên wê a ku li ser jin, dayîk û welat heya niha di nav gelê Kurd de tê bihîstin. Stranên wê hemû xweşin lê yê herî zêde bala min dikşîne û ez pê bandor dibim stranên Gûndîno û Hebûn e. Piraniya berhem û stranên wê şoreşgerî bûn em jî niha di nav şereke de ne û pêvejoya şoreşê de jiyan dikin. Weke endamên çand û hûnerê yên di nav şoreşê de cih digirin em jî dixwazin xwedî tekoşîneke weke tekoşîna Hozan Mizgîn bin. Hozan Mizgîn bi hûnerê tekoşîna şoreşa azadiya jin neqişand. Em jî dixwazin xwedî tekoşîna vê derkevin. Bi hûnera xwe bibin dengê jin, gel û şoreşa azadi yê."